Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 19:50 6 Hezîran 2023
  • |
img
BEDLÎS – Îro danê sibehê li Bedlîs û navçeyên wê di avêtina ser malan de 8 kes hatin binçavkirin. 
 
Îro danê sibehê li navenda BEdlîsê û navçeyên wê Tetwan, Norşîn û Xîzanê di avêtina ser malan de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin fermandariya cendirmeyan a bajêr û ji ber ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye, hinceta binçavkirinê nehat hînkirin.
 
Ji kesên hatin binçavkirin hin jê ev in: "Belgîn Kokrmaz, Ahmet Akdenîz û Vezîr Karahan."