Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt

  • rojane
  • 18:24 6 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Cenazeyê Alî Akdoganê HPG'î ku di di 12'ê Adarê de di êrişeke hewayî jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. 
 
Di 12'ê Adarê de li herêma Omeriya ya Mêrdînê di êrişeke hewayî de 3 HPG'î jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê her sê HPG'iyan di 29'ê Adarê de li goristana bêkesan a Goristana Bajêr a Kamorê ya li navçeya Artûklûyê hatibûn veşartin. Piştî ku encamên DNA'yê yên malbatan li hev derketin, hat diyarkirin ku ji wan yek jê Alî Akdogan (Denîz Hêlîn) ê ji Wanê û Îshak Çekîn (Egîd Cûdî) ê ji Rihayê ye.
 
Piştî vê malbata Alî Akdogan ji Wanê hat Mêrdînê û ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Piştî serlêdanê malbatê cenaze ji goristana bêkesan wergirt û bir Wanê.