Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn

  • rojane
  • 14:22 6 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Li rojnamevan Îdrîs Yilmaz ê dema xwest têkildarî projeya rêya beravê ya şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ye nûçe çêbike rastî êrişê hat, kameraya wî weke çekekê hate nirxandin û ji ber sûcê “birîndarkirina bizanebûn” hate nirxandin 4 meh û 15 rojan cezayê hefsê hate birîn. 
 
Ji ber rojnamevan Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş derbarê nelirêtiya projeya berava navçeya Erdîşê ya Wanê ku qeyûmê Erdîşê derxistibû îhaleyê kiribûn nûçe, ji aliyê mutehid Şahîn Yagar û xizmên wî ve hatibûn derbkirin. Danişîna biryarê ya doza li ser giliya Yilmaz û Akbaş hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Erdîşê hat dîtin. Rojnamevan Yilmaz, Yagar û parêzeran wan beşdarî danişînê bûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyan rojnamevan Yilmaz parastina xwe kir û diyar kir ku ji bilî xebatên rojnamevaniyê tu xebatên din bike nînin.
 
KAMERA ÇEK HATE HESIBANDIN
 
Dadgeha pişt re biryara xwe aşkere kir, tevî ku rojnamevan Yilmaz hatibû derbkirin jî bi îdiaya “birîndarkirina bizanebûn” 4 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn. Balkêş bû ku kameraya roja bûyerê bi Yilmaz re bû weke çekekê hate penasekirin. 
 
Dadgeha ku derbarê rojnamevan Erhan Akbaş de biryara beraetê da, ji mutehit Yagar ê îhale wergirtiye re jî ji sûcê “birîndarkirina bizanebûn” 3 hezar û 800 lîre cezayê pere yê îdarî û 10 meh 15 roj cezayê hefsê birî. 
 
Parêzerê Yilmaz, wê biryarê bibe Dadgeha Îdare ya Herêmê.