Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn

  • rojane
  • 15:53 28 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku tedawiya girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ê li Girtîgeha Wanê nayê kirin û hat xwestin bi lezgînî bê berdan. 
 
Înîsiyatîf ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 438’emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xist. Çalakgeran pankarta “Mafê tedawiyê maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş werin berdan” vekirin û dirûşm berz kirin. Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat daxuyanî xwend û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ê li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin. 
 
BANGA BERDANÊ
 
Kanat destnîşan kir ku Sevmîş ji sala 2007’an ve girtî ye û ji tarîxa hatiye girtin ve nexweş e û ew ji kezeb, mêjî û çavên xwe nexweş e. Kanat da zanîn ku Sevmîş bi nexweşiya Wilson ketiye û Sevmîş ji ber şert û mercên girtîgehê nikare xwe bigihîne dermanan û tedawiya wî nayê kirin. Kanat xwest ku tedawiya Sevmîş li girtîgehek baş bê kirin û bang li rayedaran kir ku demildest û lezgîn biryara berdana Sevmîş bidin.