ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî

  • rojane
  • 15:41 28 Çile 2023
  • |
img
ÎZMÎR - ÎHD’ê aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên HADEP’î ku beriya 22 salan gazî qereqolê hatin kirin û pişt re agahî jê nehatin girtin pirsî. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku di 2 hefteyan carekê li dar dixin li ber Sumerbank a Kevin a Konakê lidarxist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne?” hatin vekirin. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekîr Denîz ên ku di sala 2001'ê de çûn Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Silopiyayê û piştre careke din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli çîroka Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di bin çavan de hatin binçavkirin vegot. Canli, dubare kir ku wê dest ji daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo hemû windayan bernedin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.