Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir

  • rojane
  • 15:17 28 Çile 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê TIR’ekê li welatiyan qelibî bûbû 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Nofa Çelîk a di qezayê de birîndar bûbû jî wefat kir. 
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 20’ê tebaxê de du TIR’ên aydî Holdînga Cengiz li welatiyan hatibû qelibandin û 20 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji birîndarên qezayê kesek din jî canê xwe ji dest da. 
 
Nofa Çelîk a di qezayê de birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Fakûlta Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat tedawîkirin, piştî qezayê bi 161 rojan wefat kir. Cenazeyê Çelîk ji morga nexweşxaneyê şandin Dêrikê û li Goristana Abdullah Akin a navçeyê hat veşartin. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Li Dêrikê di 20’ê tebaxa 2022’yan de TIR’ek qeza kiribû. Xelkê navçeyê çûn hawara qezayê û TIR’ek din da ser xelkê û 20 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Di qezayê de Şervan (6), Mihriban Tanrisever (11), Îbrahîm Halîl Has (80), Înan Berk (35), polîs Yahya Ergîn (33), Bessî Baglayan (57), Îrfan Aktaş (45), Mulkiye Acar (56), Unal Ekîncî (24), Baran Açan (28), Hamît Akkoyun (82), Ahmet Aktay (30), Sitî Abul (84), Fesîh Dag (61), Velat Dag (45), Kemal Dag (60), Hatîp Denk (66), Necla Arda (27), Îsa Ayebe (42), Baver Babur (17) jiyana xwe ji dest dabûn.  
 
Di qezayê de 6 kes bi giranî 26 kes birîndar bûbûn û şofêrên TIR’ê Ûmût Gunduz û Yûsûf Şatafli hatibûn girtin.