Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan

  • rojane
  • 16:36 24 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Hate diyarkirin ku birayên hev Sezgîn û Ensar Yildirim ên li Amedê zêrîngirî dikirin, pere û zêrên gelek welatiyan birine û reviyan e. 
 
Hate îdiakirin ku birayên hev Sezgîn û Ensar Yildirim ên 20 sal in li ser Cadeya Emek a navçeya Rêzan a Amedê zerîngiriyê dikin, dikana xwe girtine û reviyan e. Hate diyar kirin ku birayên hev Yildirim bi bihayê nêzî milyonek û nîv lîre pere û zêrên welatiyan re reviyan e. Hate zanîn ku beriya 10 rojan welatiyan xwestine pere û zêrên li cem zêrîngir bigirin lê zêrîngir her carê welatî mijûl kirine. 
 
Gelek welatiyên ku îro di saetên serê sibê de hîn bûn bûyer qewimî ye, li pêş dikana zêrîngir kom bûn.