Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist

  • jin
  • 15:19 1 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê mamosteya Kurd Sumeye Exterşemar ji kar derxist. Ji berxwedana “Jin, jiyan, azadî" heta niha êrişên li ser mamosteyan berdewam in. 
 
Sendîkaya Mamostayên Kurdistanê ya Liqa Merîwan, Seruabad, Sine, Seqîz û Zîwiye yên rojhilatê Kurdistanê der barê durxistina mamostaya Kurd Sumeye Exterşemar de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mamostaya zimanê Inglîzî û çalakvana Sendîkaya Mamosteyên Merîwanê Sumeye Exterşemer ji aliyê Dadgeha Dadwerî ya Îdarî ya Îranê ve ji karê xwe hate dûrxistin.
 
Hate ragihandin ku li ser bingeha nameyek a Rêveberiya Perwerdehiyê ya Merîwanê, ew ji aliyê Desteya Seretayî ve bi tometa “binpêkirina rêveberiya karmendên Sineyê” ji kar hatiye dûrxistin. Ev biryar di dawiya Gulana 2024’an de ji aliyê Desteya Temyîzê ya Wezareta Perwerdeyê ve hatibû pejirandin.
 
Sendîkayê her wiha da zanîn ku di 18’ê Gulana 2024’an de mamosta Sumeye bi tometa “weşandina naveroka bêexlaq û nûçeyên derew li dijî Îranê, endamtiya çalak a malperên nefermî yên sendîkaya mamosteyan li ser torên medya dijîtal, nivîsandina pirsan ji bo qursên navxweyî yên Ingilîzî ji bo piştgiriya cudakariya xwepêşanderan” hate sucdarkirin û ceza lê hate birîn.
 
Hêjayî gotinêye ku zêdetirî 700 mamoste li rojhilatê Kurdistanê rastî kêmkirina mûçeyan hatine û 47 mamoste ji mafê xwe yê terfîkirinê hatine mehrûmkirin. Li dijî zêdetirî hezar mamostayan doz hatine vekirin û bi sedan mamoste ji kar hatine avêtin û bi zorê hatine teqawidkirin.