KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin

  • jin
  • 20:11 2 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora KCDP’ê di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin û 22 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya Meha Gulanê aşkera kir. Li gorî raporê di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin û 22 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.  12 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî, 8 jê ji aliyê mêrên nas ve, 7 jê ji aliyê mêrên pê bi wan re, 3 jê ji aliyê mêrên ku wan dest ji wan berdane, 3 jê ji aliyê kurên xwe ve, 2 jê ji aliyê birayên xwe ve û 2 jê jî ji aliyên xizmên xwe ve hatine qetilkirin.