Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir

  • jin
  • 12:34 2 Hezîran 2023
  • |
img
MÛGLA - Gulsum Yavaş a li Bodrûmê winda bûbû, cenazeyê wê li nêzî bîrek avê hat dîtin. 
 
Gulsum Yavaş (57) li navçeya Bodrûma Mûglayê di 31’ê gulanê de winda bûbû û derbarê wê de wek “winda” hatibû ragihandin. Yavaş a li taxa Pinarlibelen dijî mirî hat dîtin. Lawê wê Osman Yavaş îxbara “winda ye” dabû leşkeran û xebata lêgerînê hatibû destpêkirin. Leşker û xelkê taxê bi hev re li Yavaş geriyan. 
 
Leşkeran duh bi şev cenazeyê Yavaş li nêzî bîra avê ya li Deşta Etrîm Beylîk dîtin. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Yavaş ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî ya Mûglayê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.