Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê

  • jin
  • 14:13 26 Çile 2023
  • |
img
 
 
MÊRDÎN - Mehmet Emîn Oner ê li Kerboranê Pakistan Demîr kuştibû bi hêceta “ji bo tedawiyê birine nexweşxneyê” neanîn danişînê. 
 
Li gundê Zergana bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê ve di 16’ê îlonê de Pakistan Demîr (34) ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Emîn Oner ve bi îdiaya ku “şalpeyê ji serê xwe kiriye” qetil kiribû. Ji sûcê “kuştina bi qestî ya jin û hevjînê” doz li Oner hat vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Midyada Mêrdînê hat lidarxistin. Malbata Demîr û parêzerên endamên baroyên Mêrdîn, Êlih û Amedê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan a Şahmaran û endamên Komeleya Jinan a Rosa û HDP’ê tev li danişînê bûn. Dîsa bersûc Oner neanîn danişînê û parêzerê wî di danişînê de amade bû. 
 
Di danişîna ewil de jî hatibû gotin ku bersûc birine nexweşxaneyê û dîsa bi hêceta “ji bo tedawiyê birine nexweşxaneyê” neanîn danişînê. Ji bo ku di danişînê de neamade bû dîsa darizandina Oner nehat kirin. 
 
Parêzerên endamên baroyên Sêrt û Êlihê xwestin daxilî dosyeyê bibin lê dadger daxwazê red kir. 
 
Parêzerên malbata Demîr axivîn û destnîşan kirin ku neanîna bersûc a danişînê zirarê dide darizandin û ev yek rê li ber polîtîkaya bêcezahiştinê re vedike. 
 
Dadgehê biryar da ku ji bo bersûc danişînek din amade be muzakere bê nivîsandin û danişînê taloqî 27’ê sibatê kir.