STENBOL - Îtîraza li dijî berdana rojnameger Alî Bariş Kurt hate kirin, ji hêla Dadgeriya Înfazê ve hate redkirin.
Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, 2 sal û 4 meh cezayê hefsê li rojnameger Alî Bariş Kurt hatibû birîn. Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kir û li ser vê yekê Kurt di 8’ê Sibatê de hate girtin. Kurt, li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L a Maltepeyê tê ragirtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, bi îdiayên “poşman nîne” û “Dikare zirarê bide mirovan” tehliyeya wî ji bo 6 mehan taloq kiribû. Parêzerên Kurt jî li ser vê yekê îtîraz kirin. 4’emîn Dadgeriya Înfazê ya Anadoluyê jî îtîraz nirxand û biryara lijneyê erê kir. Di biryara redkirina îtîrazê de hate îdiakirin ku “Kurt ji girtiyên li girtîgehên cuda re name şandiye lêbelê Kurt ev îdia red kir.
Kurt, bi rêya malbata xwe li dijî biryarê agahî da û got: “Serlêdana min a li dipjî îdiaya ku min ji girtîgehên cuda re name şandine û poşman nînim, hate redkirin. Lêbelê heta niha min bi tu kesên li girtîgehên cuda re name neşandine û tu kesekî jî ji min re name neşandine. Em ê bi israr rojnamegeriyê û heqîqetê biparêzin.”
