ŞIRNEX - Welatiyên li Şirnexê tev li Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk bûn anîn ziman ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, didome. Tevgera Azadiyê ya Kurd, di nava salekê de gelek gavên dîrokî avêt lê heta niha jî dewlet û îktîdarê ji bilî avakirina komîsyona li Meclisê tu gavekî şênber neavêtiye.
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), di çarçoveya pêvajoyê de ji bo serwextkirina gel û guhdarîkirina daxwaz û pêşniyarên wan, li gelek bajaran Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk li dar dixe. Ji van hevdîtinan 4 jê li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Hezex û Silopiyayê hatin lidarxistin. Welatiyên tev li hevdîtinan bûn, ji ajansa me re axivîn.
DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE
Kumrî Babat (65) ku weke Dayika Xanê tê naskirin, di hevdîtina li Hezexê de axivî û got: “Bi kuştinê çareserî nabe. Bila dewlet li Rêber Apo guhdar bike. Dema di axive şer bi dawî dibe. Rêber Apo em bi cîhanê da naskirin. Heke aştiyek bibe, ji ewil divê rêbertiya me azad bibe. Divê Kurdî bibe zimanê fermî, nasnameya Kurd were naskirin. Heta Rêber Apo azad nebe tu yek kes jî azad nabe.”
Nebiha Akay (64) ku tev li heman hevdîtinê bûbû jî xwest her kes xwedî li pêvajoyê derkeve û got: “Hin aliyên dixwazin pêvajo xera bibe hene. Divê em li dijî vê bibin yek. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî ji zindanê dernekeve dê aştî neyê Rojhilata Navîn. Kuştin û girtin pirsgirêkan çareser nake. Em dixwazin rêberê me bi me re be. Em tenê ji Rêber Apo bawerin. Baweriya me bi dewletê nayê. Tenê rêberê me dikare pêvajoyê birêve bibe.”
BANGA DEVLET BAHÇELÎ
Halîl Orcan jî banga Serokê Giştî ya MHP’ê Devlet Bahçelî ku di 22’yê Cotmeha 2024’an de li Meclisê behsa “mafê hêviyê” kiribû û gotibû “Bila Abdullah Ocalan were li Meclisê biaxive” bi bîr xist û got: “Em vê banga li meclisa gel hatiye kirin, cidî digirin. Birêz Ocalan tişta diket ser milê xwe kir. Em li benda azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan in. Pêşiya siyaseta demokratîk dikare wiha were vekirin. Bi vî awayekî dikarin rêya êşên ser vê xakê were girtin. Divê em aştiya birûmet bi xwişk-biratî tacîdar bikin. Ji bo birêz Ocalan bikare pêşengtiya pêvajoyê bike, dixwazin ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”
‘AŞTIYEKE BÊYÎ RÊBERTIYÊ NABE’
Alî Guven (81) ku tev li hevdîtina li Cizîrê bûbû jî bi bîr xist ku pêvajo ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: “Kurdan, gavên şênber avêt. Dewletê hêj tu gavek neavêtiye. Bêyî azadiya Rêber Apo aştî nabe. Divê Rêbertî azad bibe û bi her kesî bikare hevdîtinê bike. Aştiyeke bêyî Rêbertiyê nabe.”
Fettah Aslan jî got tekane daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û got: “Heta rêberê gelê Kurd azad nebe pêvajo jî bi ser nakve. Rehîma Bulguş (63) jî got: “Divê hemû girtî bên berdan û ji bo ciwan nemirin divê aştî bibe. Dayik naxwazin zarokên wan bimirin. Em dixwazin Rêber Apo li Cizîrê bibînin.” Mevlûde Gungen (50) jî da zanîn ku dengê Abdullah Ocalan bo dayikan bûye moral û got: “Rêber Apo ji bo her kesî firsendek e. Divê her kes piştgiriyê bide Rêber Apo. Divê em bi destên hev bigirin û Rêbertiyê azad bikin. Aştî di destê Rêber Apo de ye. Jiyaneke bêyî Rêbertiyê nabe. Azadiya rêbertiya me, azadiya me ye.” Dayika Aştiyê Hatîce Durmuş (63) jî got: “Em aştî û edaletê dixwazin. Wekî her kesî bila mafên me jî hebin. Divê Rêber Apo azad bibe û bi me re be. Ev daxwaz girîng e. Divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike.”
MA / Emrullah Acar
