Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk

img

QENDÎL - Endamê Awazê Çiya Delîl Demhat ê ku bi awazên xwe jiyana "çiya" digihîne civakê, got: "Ferdbûn dide windakirin, divê em di hunerê de komunalîteyê esas bigirin." Demhat, da zanîn ku ew dixwazin bi beşdariya Abdullah Ocalan pîrozbahiyeke mezin li dar bixin û got, "Ew roj ne dûr in."

 
"Çiya", di nav Kurdan de ne tenê cihekî erdnîgarî ye, di heman demê de sembola azadî, berxwedan û ahengdariya bi xwezayê re ye. Di şerên dîrokî û li dijî zextên dewletan de, stargeh û qada parastinê ye. Ji her tiştî bêtir, cihêkî pîroz e. Ji ber vê yekê, di motîfên Kurdî de wekî temaya bingehîn tê bikaranîn.
 
Koma gerîla ya bi navê Awazê Çiya jî, bi navê xwe ve vê yekê dihewîne. Me ev nav, di sala 2008’an de zêdetir hat bihîst. Dema ku xebatên komê hatin bihîstin, ezberên gelek aliyan hatin xerakirin. PKK'iyên ku tenê bi têkoşîna çekdarî ve dihatin naskirin, bêtir bi çalakiyên xwe yên hunerî ve ketin rojevê.
 
BERHEMÊN WAN BANDOREKE MEZIN ÇÊKIR  
 
Kesên ku di neçareseriya pirsgirêka Kurd de israr dikirin, wan tenê bi kincên li ser wan ve didarizandin û ew wekî "PKK'iyên ku divê bên tunekirin" dinirxandin. Hin alî jî bi stranên komeke ku qet navê wê nizanibûn û agahiyek wan li ser wan tunebû, kêfxweş bûn û xemgîn bûn.
 
Lêbelê wan bi stranên xwe yên bi temaya jiyana çiya, azadî û xweza û bi ji nû ve şîrovekirina awazên hin herêman, di nav Kurdan de bandoreke mezin çêkirin. Bi tevlihevkirina hêmanên kevneşopî û modern, wan nefeseke nû anîn nava muzîka Kurdî.
 
5 ALBÛM Û BI DEHAN STRAN
 
Bi hêza ku ji kevneşopiya Koma Mîzgîn girtine, ji sala 2006’an ve 5 albûm derxistin. "Botan", "Destana Me" û "Dara Jiyanê" albûmên wan ên herî naskirî ne. Di vê pêvajoyê de bi dehan stranên nû gihandin gel, di heman demê de gelek stran ji nû ve şîrove kirin. Hemû xebatên wan di platformên muzîkê û medyaya dijîtal de dengekî xurt da.
 
5 ENDAMÊN XWE WINDA KIRIN
 
Di bombardimanên di pêvajoya şer de, wan herî kêm 5 endamên xwe winda kirin. Herî dawî di 6’ê Çileyê de endamê wan ê bi navê Agir Serîhildan (Aram Merdanî) jiyana xwe ji dest da. Niha herî kêm bi 20 endaman ve xebatên xwe yên çand û hunerê didomînin.
 
DIXWAZIN PÊŞENGIYA CIVAKEKE DEMOKRATÎK BIKIN
 
Endamên komê yên ku di pêvajoya şer de bûn "awazên çiya", dixwazin di pêşerojê de bi serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bibin pêşengê avakirina civakeke demokratîk.
 
Bi boneya daxuyaniya PKK'ê ya ku ragihand gerîlayên HPG û YJA-Star di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an de dest bi vekişîna “Qadên Parastinê yên Medyayê” kirine, me derfet dît ku em li ser xebatên endamên komê biaxivin.
 
Delîl Demhat yek ji wan kesên ku bi salan e di nava komê de cih digire. Demhat ê ku di komê de bikaranîna gelek enstrumanan dizane, bawer e ku bi serketina pêvajoyê re her kesê qezenc bike û rê li ber çalakiyên çand û hunerê jî vebe.
 
Demhat anî ziman ku ew wekî kom dixwazin bi beşdariya Abdullah Ocalan li Amedê pîrozbahî û konsereke mezin çêbikin û got, ew roj jî ne dûr in.
 
'AZADÎ BI BERXWEDANÊ VE TÊ BIDESTXISTIN'
 
Demhat got: “Em ne destpêk in” û destnîşan kir ku ew ji kevneşopiya kom û hunermendên wekî Koma Berxwedan mane, hêz digirin. Demhat bal kişand ser girîngiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide xebatên çand û hunerê û got, ji ber mijar û naverokê stranên wan di nava gel de eleqe dîtine û gel xwedî lê derketiye. 
 
Demhat rave kir ku li cihekî ku pevçûn lê hebe, şer û xebatên çandê bi awayekî paralel didomin û wiha pê de çû: "Her çend şer wêraniyê çêbike jî, tiştên ku ava dike jî hene. Azadî tenê bi berxwedanê ve tê bidestxistin. Mirov ne evîndarê şer in. Lêbelê ji bo ku pêşerojeke azad ava bikin, mecbûr dimînin şer bikin."
 
DI ŞERT Û MERCÊN PÊVÇÛNAN DE ÇALAKIYÊN HUNERΠ
 
Demhat, destnîşan kir ku hin hêzên li Rojhilata Navîn ji bo şer derxînin û pevçûnên di navbera gelan de kûrtir bikin, hewl didin û ev tiş got: “Tiştekî wiha ye; tu bi tenê azadî û hebûna xwe bi şer dikarî bi dest bixî an jî îspat bikî.”
 
Demhat ê ku me jê xebatên hunerî yên di şert û mercên pevçûnan de pirsî, wiha rave kir: “Di şert û mercên şer de xebatên hunerî zehmet e. Li çiyayan tiştekî wisa jî heye; dema tu hilkişî cihekî nêzî ezman, zehmet e, lêbelê dema tu digihîje lûtkeyê, tu bedewiya wê jî dibînî. Ji ber vê yekê hem zehmetî û hem jî bedewiya wê heye. Bi vî awayî tu dikarî zêdetir wateyê bidî ya bedew. Tu dibînî ku jiyan ne tiştekî ew qas erzan e. Tevî van zehmetiyan tu dikarî gelek tiştan bi dest bixî. Tu jiyaneke nû, çandeke nû bi dest dixî. Li vir mesele ew e ku şer ji ber çi tê kirin. Nexwe li her derê rewşeke şer heye.”
 
Demhat, destnîşan kir ku Kurd bi salan hatine înkarkirin û xwestine ku wan di bin nîrê yên din de bihêlin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi Rêber Apo re ev rewş guherî. Kurd êdî ji bo nasnameya xwe, hebûna xwe û ji bo xwe bi rê ve bibin têdikoşin. Ji bo jiyaneke azad têdikoşe. Huner jî li gorî vê yekê şikil digire û xebatên wê tê kirin. 24 saetan dron li ser serê me digerin. Tevî vê yekê jî me xebatên xwe yên çandî domandin û me berhem afirandin. Lêbelê em nikarin wekî ku em dixwazin bi cih bîbib. Ji ber vê yekê xebatên me carînan pêk nayên, bi leza ku em dixwazin çênabin. Carinan em dixwazin hin tiştan bikin, lê ev rewş (pevçûn) destûrê nade.”
 
REXNEYÊN LI DIJÎ AWAZÊ ÇIYA
 
Derheqê rexneyên li dijî Awazê Çiya me ji Demhat pirsî, wî ev tiş got: "Em ji rexneyan re vekirî ne. Rexne mirov pêş dixe. Carînan ji ber nefêmkirina hin xalan em tên rexnekirin, em ji aliyê wêjeyî ve tên rexnekirin. Dibe ku di hin stranan de hin heval nikaribin wê hestê îfade bikin. Di heman demê de li her derê berxwedan heye. Li her derê hin serpêhatî hene. Wekî Serhed û eyaletên din. Ji ber ku me li ser berxwedana van deran tiştek nekiriye, rexne li me tên kirin. Ev jî rexneyeke di cih de ye."
 
'DIVÊ EM KOMUNALIYÊ ESAS BIGIRIN'
 
Demhat destnîşan kir ku rexneyên wan li dijî kesên ku di muzîka Kurdî de ked didin hene û wiha anî ziman: "Ciwanên nû derdikevin, hin xebat tên kirin, em nizanin ev çiqas bûye akademîk. Lêbelê bi giştî em dikarin bibêjin ku pêşketinek heye. Rewşa li Rojava ne wekî berê ye, hin xebat tên kirin. Hunergeha Welat hin xebatan dike. Civak jî vê dibîne. Lê belê şexsîbûn di her warî de pêş dikeve. Her kes di xebatên xwe yên hunerî de bi awayekî şexsî tevdigere. Dema ku lêgerînek wisa çêdibe, ji civakê qutbûn çêdibe. Ev jî qutbûna ji civakîbûnê bi xwe re tîne, mirov ji heqîqeta civaka xwe dûr dixe. Di manîfestoya Rêbertî (Ocalan) de komunalîte esas e. Tê gotin tiştekî ku te li ku derê wenda kir, divê tu li wir lê bigerî. Ji ber vê yekê divê komunalîte bê esasgirtin. Em ji ber şexsîbûnê winda dikin. Pergal vê modelê xweş dike û her kes di bin bandora wê de dimîne. Ev jî tevkariyê li muzîka Kurdî nake. Divê em di çand û hunerê de komunalîteyê esas bigirin."
 
'GER PÊVAJO PÊŞ VE BIÇE, DÊ HER KESÊ QEZENC BIKE'
 
Demhat, ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi hêvî ye. Demhat anî ziman ku ew ji her rewşê re amade ne û wiha got: "Ji aliyê Tevgerê ve gelek daxuyanî hatin dayîn. Em ji her tiştî re amade ne. Her tişt ne rêk û pêk a an jî aştî heye; em bi vî awayî li rewşê nanêrin. Jiyana gerîla jî wisa ye; divê mirov ji şer û aştiyê re amade be. Di serî de divê mirov xwe ava bike. Pêvajo çi dibe bila bibe. Hin alî naxwazin ev pêvajo bi ser bikeve. Dixwazin di navbera gelan de her tim şer hebe. Ger ev pêvajo pêş ve biçe, wê ji bo me jî gelek derfet derkevin holê. Eger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş ve biçe, dê her kesê qezenc bike. Kes winda nake, her kes di qada xwe de qezenc dike. Rê li ber her tiştî vedibe. Rêber Apo vî zemînî vedike. Siyaset, çand, ekolojî... Em tenê wekî hunerî lê nanêrin. Wekî girêkek kor bifikirin, vebûna xalekê dibe sedem ku girêkên din jî bi serê xwe vebin. Em jî bawer dikin û amade ne. Lê belê hin alî jî hene ku ji vê re ne amade ne. Ev jî pêvajoyê hinekî giran dike,"
 
Demhat di dawiyê de destnîşan kir ku ew wekî Awazê Çiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan esas digirin û xewna herî mezin a komê parve kir: "Bila Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û em li Sûra Amedê bi coşa gel re pîrozbahî û konsereke mezin çêbikin. Ez bawer im ew roj ne dûr in."
 
MA / Azad Altay

Sernavên din

12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin