ENQERE - Şandeya Îmraliyê, ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got: “Ji bo derbasî qonaxa pozîtîf bibin, hewceye her kes di vê pêvajoyê de hesas, micid û bi berpirsyarî tevbigere.”
	Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, duh bi Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê, têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da. 
	Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 3’yê Mijdara 2025’an de me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin, nêzî sê saetan domiya û gelek erênî bû. Tenduristiya wî baş bû, mirûzê wî xwe bû. Di hevdîtinê de bi kurtasî ev nirxandin kir; 
	‘Ji bo pêvajoya em tê de ne bikare pêş bikeve, hewce dike ku dîrok û sosyolojî hîn bêhtir cidî were destgirtin. Tespîta, têkiliya Tirk-Kurdan hezar sal e wek tu stûnan xwe gihandiye roja me, girîng e. Ji bo dîtina van stûnan, fêmkirin û temîrkirina wan, hewcehî bi xurtkirina hevrebûnê heye. 
	Ne bi xêzkirina xetan, hewceye em asoyeke ku pirsgirêkên roja me jî digire nav xwe ava bikin û wisa tevbigerin. 
	Tevî şertên bisînor jî em ji bo meseleyeke dîrokî di nava hewldanên cidî de ne. Em hewl didin ne qonaxeke hilweşîner û negatîf lê qonaxeke pozîtîf pêş bixin. Hewceye diyardeya Kurd ji her alî ve daxilî yasayîbûna komarê were kirin û ji bo vê jî pêvajoyeke veguhêz esas were girtin. Bi awayekî giştî derbasbûna yasayîbûnê dê hîmê hiqûqî yê Komara Demokratîk jî bihêz bike. 
	Derfeta entegrasyona demokratîk a ji hêla serdemî ve em nêzî wê ne, hem herêmîtî hem jî gerdûnîtî ye. Ji bo em derbasî qonaxa pozîtîf bibin, hewceye her kes di vê pêvajoyê de hesas, micid û bi berpirsyarî tevbigere. Ev yek, jiyanî ye.’”    
