1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan

  • rojane
  • 11:54 1 Mijdar 2025
  • |
img

AMED – Di daxuyaniyên bi munasebeta 1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat destnîşankirin ku berxwedana Kobanê berxwedana sedsalê yê û ji bo gelan modelek jiyana nû afirandiye.

Têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk daxuyanî dan. 
 
DBP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku 1’ê Mijdarê Roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya ku bûye sembola îradeya jiyana azad û berxwedana hevpar a gelan û wiha hat destnîşankirin: “Berxwedana efsûnî ya ku di sala 2014’an de li hember taritiya çeteyên DAÎŞ’ê destpêkir, bi tevî taybetiyên xwe ve hêj jî bandor li konjuktura siyasî û civakî ya Rojhilata Navîn dike. Di rêwitiya ber bi têkoşîna xwerêveberina cewherî de, di pêşxistina paradîgmaya jina azad de û di avakirina jiyaneke nû ya demokratîk de Kobanê, ji gelên cîhanê re bû çavkaniya hêz û baweriyê. Berxwedana ku bingeha xwe ji Manîfestoya Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan digre, li dijî modernîteya kapîtalîst bû navnîşana serkeftina modernîteya demokratîk. Bi vê serkeftinê ve ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevî gelên bindest deriyên modela jiyana nû vebû.”
 
PARASTINA KOBANÊ 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li hember pergala netew-dewlet a ku nirxên azadî û demokrasiyê hedef digre, Rojhilata Navîn îro di warê pergala demokratîk de li ber banga serdemeke nû ye. Ketina Rejîma Baasê û destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînakên herî şênber ên vê rastiyê ne. Ji şûna polîtîkayên ku wek sînoran nirxên gelan perçe dike, hêviya veguhestina demokratîk her ku diçe bihêz dibe. Ev pêvajoya ku bi berxwedana Kobanê ve destpêkir û bi şoreşa Rojava re derket qonaxeke nû, îro ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşerojeke nû kêlî bi kêlî ava dike. Di vê pêşerojê de ji bo tevî bawerî, çand, nasname û cudahiyan azadî, wekhevî û edalet cih digre.
 
Ji ber vê ku; feraseta ku ‘’xeyalê ketina Kobanê dikir’’ bi salan e bi doz û darizandinên tolhildanê, bi siyaseta gef û planên qirêj hewl dide hem îradeya Kobanê û hem jî destkeftiyên şoreşê bifetisîne. Li hember vê rastiyê, divê xwedîderketina Kobanê wek berpirsyariyeke ehlaqî û polîtîk di rojeva cîhanê de be. Ev yek jî encax li ser esasên rêya sêyemîn, bi pêşxistina siyaseta demokratîk mumkun e.
 
Bi vê mabestê em careke din berxwedana sedsalê silav dikin û tevî cangoriyên ku mohra xwe li dîrokê xistin bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
TJA: JI BO AZADIYA JINÊ BERPIRSIYARÎ DA SER MILÊ ME
 
TJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi pêşengiya jinê ve têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin û wiha diyar kir:  “Di sedsala 21an de jî li dijî nirxên jiyanê yên jinan, nirxên xwezayê, nirxên çandî DAİŞ, wekî amûrekî şer li hemberî ne tenê gelê Rojava, li hemberî gelên cîhanê li ser axa Kurdistanê hat şandin. Qirkina jinan, jenosîda çandî, ekoqirkirinê bi tevahî bi destê vê rêxistinê xwest ku pêk bînin. Lê bi berxwedaneke civakî ya ku di tu serdemên dîrokî de nehatîye dîtin, bi pêşengîtiya jinan hat tunekirin.
 
Ev berxwedan di heman demê de bû veguherîn û xweparastineke berxwedêr. civakê, nirxên demokratîk, azadiya jinan û hêmanên ekolojîk jî ji nû ve ava kirin. Ev şerê ku li dijî gelên cîhanê, jinên cîhanê hatî kirin, bi parastina civakê ya bi pêşengiya jinan, bi şoreşa jin jiyan azadî, hat şikandin û gelan bi berxwedan û avakirina civaka demokratîk pêk anî. Hem rizgarkirina Kobanê hem jî şoreşa jin jiyan azadî li ser vê bingehê, wekî diyarî hat pêşkêşkirin hemû jinên cîhanê, gelên cîhanê bûn perceyek yê vê xwedana azadiya jinan.
 
Em jî îro, rizgarkirina Kobanê û ji nû ve avakirina Rojava bi nirxên jinan îlham digirin, wekî jin, bi hêza xwe, bi îradeya xwe û bi rêxistinkirina xwe ya xwesar a bi taybetî, berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih tînin û avakirina civaka demokratîk her dem didomînin.”
 
DEM PARTÎ: EM ŞOREŞA KOBANÊ SILAV DIKIN
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di daxuyaniya xwe ya têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ev tişt got: “Em salvegera 11’emîn a serkeftina Kobanê ya mirovahiyê ku bi pêşengiya jinan, li dijî DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bidestxistin, silav dikin.
 
Di vê serdema dîrokî de, encamên giran ên civakî yên şerên ku navenda wan Rojhilata Navîn e, careke din girîngiya jiyanî ya Banga Aştî û Civaka Demokraîk a rêzdar Abdullah Ocalan nîşan didin. Nakokiyên neteweperest û mezhebî û kûrbûna nakokiyên civakî li Sûriyeyê, ku ji aliyê hêzên kûrewî ve bi rêya dewletên neteweyî ve hatine destpêkirin, nîşan dane ku pergala civakî ya ku li Rojava pêk hatiye alternatîfek tekane ye.
 
Em Şoreşa Kobanê ya ku tê de gel bi bawerî û hevgirtinê çarenûsa xwe nivîsand, bi ruhê paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin, silva dikin. Em biryardariya xwe ya ji bo pêşxistin û parastina vê têgihîştina şoreşgerî dubare dikin. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li hemû gelên cîhanê, bi taybetî li gelê Kurd pîroz be.”
 
ÎNSIYATÎFA YEKITIYA DEMOKRATÎK: SERKETINA GELAN
 
Însiyatîfa Yekitiya Demoktratîk di daxuyaniya xwe de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku Kobanê, serketina gelan, baweriyan û ya jinan e û wiha got: “Kobanê di heman demê de serfiraziya hemû gelan, baweriyan û jinan e. Kobanê bi têkoşîna xwe ya bêhampa, îro remza nirxên mirovahiyê ye, sembola jiyaneke bi rûmet e, qada xwişk û biratiya gelan e. Çîrûska rizgariyê li wir bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” veda û hê jî li seranserê cîhanê deng dide. Ji ber van sedeman 1ê Mijdarê ji aliyê gelên cîhanê, rewşenbîr, şoreşger, rêxistinên civakî yên sivîl û xelatgirên Nobelê wek Roja Kobanê hat ragihandin. 
 
Em bang li Hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku di serî de Kurd, Durzî, Ereb, Elewî û Mesihî divê tu kes di pergala nû ya Sûriyeyê de tune neyên hesibandin. Di vê çarçoveyê de divê dev jî hemû polîtîkayên pişaftin û helandinê were berdan û gavên entegrasyona demokratîk werin avêtin. Lewra li Sûriyeyê û li hemû Rojhilata Navîn, siberojeke xweştir ancax bi helwesteke aştiyane û demokratîk pêkan e. 
 
Bi van hest û nêrînan, em cardin ruhê azadiyê ku 11 sal berê li dijî êrîşên DAIŞ a hov li dor Kobanê kom bûbû bi rêzdarî silav dikin û 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin.” 

Sernavên din

07/11/2025
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir