ENQERE - DEM Partî, EHP, TOP, EMEP, TÎP û SMF dê bi dirûşma “Em ji bo demokrasî û aştiyê dicivin, li ser derfetên têkoşînê diaxivin” komxebatê li dar bixin. Komxebat, dê di rojan bidome.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) dê bi dirûşma “Em ji bo demokrasî û aştiyê dicivin, li ser derfetên têkoşînê diaxivin” komxebatê li dar bixin. Komxebat dê 2 rojan bidome. Di komxebatê de dê li ser krîzên demokrasiyê, tecrûbeyên rêveberiyê û rêbazên têkoşînê were axaftin. Komxebat, dê di 1 û 2’yê Mijdarê de bê lidarxistin. Gelek axêver dê tev li komxebatê bibin. Komxebat dê li Navenda Perwerde û Çandê ya Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) bê lidarxistin.
Roja ewil a komxebatê dê ji 4 rûniştinan pêk were. Di rûniştina ewil de dê “Pergala makezagonî ya li Tirkiyeyê” û “Pêşeroja gelan û azadiyan” were nirxandin. Di rûniştina duyemîn de dê “Ji rêveberiyên xwecihî heta kongreyên partiyan sepana tayînkirina qeyûm” were nîqaşkirin. Di rûniştina sêyemîn de dê mijara “Oterîterbûn, krîza nûnerî û demokrasiyê û tecrûbeyên rêveberiyên yên li Tirkiyeyê” û di rûniştina çaremîn de jî dê li ser mijara “Li gorî tecrûbeyên serdema nû, pêvajoya nû û lêgerînên aştiyê” bên nirxandin.
Roja duyemîn a komxebatê dê bi rûniştina 5’an bidome. Di rûniştinê de dê mijara “Di rewşa çareseriya krîzên nûnerî û demokrasiyê de derfetên nû yên demokrasî û têkoşîne” bê nîqaşkirin. Piştre jî dê mafê axaftinê bidin partiyên siyasî, sendîka, konfederasyon, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên baweriyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk.
Piştî rûniştinên roja duyemîn, komxebat dê bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe.
