Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike

  • rojane
  • 10:27 20 Cotmeh 2025
  • |
img
AGIRÎ - Hevserokê Şaax ÎHD’a Agiriyê Azad Akbulut bertek nîşanî biryarên ceza û girtinê yên dadgehâ Agiriyê û got: “Hewceye meqamên darazê biryarên ku aştiya civakî xurt dike bide.”
 
Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê di 17’ê Cotmehê de der heqê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berdan Ozturk û gelek kesan de ji 6 sal û 3 mehyan heta 44 salan cezayê hefsê da. Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê di sala 2016’an de lêpirsîn dabû destpêkirin û bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 4 sal û 6 meh û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 10 meh cezayê hefsê li Ozturk hate birîn. 
 
1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê, li Ridvan Kahraman ku ji dosyayeke cuda tê darizandin, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “sivik birîndarkirin” 24 sal û 10 meh cezayê hefsê birî. Dadgehê, biryar da ku Kahraman negirtî were darizandin û pêvajoya îstînafê diyar nekir. 
 
4 KES HATIN GIRTIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” der heqê 15 kesdan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Endamê Meclisa Şaredariyê ya DEM Partiyê ya Agiriyê jî di nav de li her 15 kesan cuda cuda ji 7 salan heta 44 salan cezayê hefsê hatin birîn. Piştî biryarê, endamê Meclisa Şaredariyê Şakir Kiliç (50) ku 44 sal cezayê hefsê lê hate birîn, Mehmet Îzcî (45) ku 11 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn, Yilmaz Dursun (65) ku 8 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn û Şakir Çaçan (50) ku 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn hatin girtin. 
 
Bertekên li dijî biryarên 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê berdewam in. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê Azad Akbulut têkildarî mijarê axivî. 
 
LI HEMAN DADGEHÊ 3 DOZ
 
Akbulut, diyar kir ku bi biryarên girtinê yên dadgehê re aşkerakiribûna hiqûqî tune hatiye hesibandin û wiha got: “Mixabin biryarên di roja înê de hatine dayin, hêviya aştiyê ya piştî banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan li bajar çêbûbû di bin siya xwe de hişt. Bandoreke neyînî li ser hêviya aştiyê kir. Di heman rojê de li heman dadgehê 3 doz hatin lidarxistin û bi biryarên hatine dayin re di nava civakê de rê li ber fikaran vekir.” 
 
‘ÎKTÎDAR WEKE ÇO YÊ BÊDENGKIRINÊ BI KAR TÎNE’ 
 
Di berdewamê de Akbulut anî ziman ku divê biryar were dayin ka hiqûq cihê rêxistinbûna edaletê ye yan di bin fermana îktîdarê de ye û got: “Di rejîmên hiqûq weke amûra îktîdara siyasî tê bikaranîn de têgehên weke ‘teror’, biyanî’, ‘yên cuda’ zêde tên afirandin. Ev têgeh, qadeke pir berfireh ji îktîdara siyasî re vedikin. Îktîdar, weke ço yê bêdengkirinê bi kar tîne. Li ser van têgehan hegemonyaya xwe ava dikin. Qadên li ser nayê axaftin ava dikin û qadên azadiyê tên tengkirin. Ev jî bi xwe re binpêkirinên mafan ên giran tînin.” 
 
‘PARÊZBENDIYA YASAYÎ TUNE HATE HESIBANDIN’ 
 
Akbulut, daxuyand ku bi pêvajoya dawî re hêviya aştiyê dîsa aj dabû û ev tişt anî ziman: “Di vê serdemê de ji hiqûq û darizandinan bendewariyek hebû. Bendewariya civakê ew bû ku li cihê edalet rêxistinkirî, civaka demokratîk û aştiya civakî tê avakirin de darizandinên hiqûqî were kirin. Lê biryarên di roja înê de, bûyereke nebaş a di bîra xelkê bajar de dîsa bi bîr xist. Di sala 2015'ê de ji bo xerakirina pêvajoya çareseriyê hewldana ewil li Agiriyê bi pevçûnekê hte kirin û îro jî ji hêla darazê ve heman tişt tê kirin. Di van biryaran de parêzbendiya yasayî tune hate hesibandin, bêyî li rewşa delîlan binihêrin cezayên giran hatin dayin. Vê jî bi xwe re fikar anî.” 
 
‘BENDEWARIYA CIVAKÊ YA JI EDALETÊ BICIH BÎNIN’ 
 
Herî dawî jî Akbulut wiha bang li darazê kir: “Weke parêzvanên mafên mirovan ev daxwaza me ji meqama darizandinê heye; xala yekemîn a TCK’ê ya bi sernavê armancê pir aşkera ye. Di vê qanûnê de tê gotin ku armanc ew e ku pêşiya sûcdaran were girtin ku sûc nekin, parastina ewlehiya civakê û pergala cemaweriyê ye. Dibêje biqasî van armanca, armanca din jî ew e ku dewleta hiqûqê û aştiya civakî were parastin. Hewceye meqamên darazê biryarên wisa bidin ku aştiya civakî xurt bikin, egerên civaka demokratîk û bendewariya edaleta civakî bê cîbicîkirin.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin
16:24 Wezaretê destûr da ku Cengîz Holdîng 57 hezar daran bibire
16:08 Li Amedê 9’emîn Fûara Pirtûkan dest pê kir
15:48 Li çar bajaran daxwaza edaletê: Heta aqûbeta windayan neyê aşkerakirin aştî pêk nayê
15:46 'Em nêzîkatiya zayendperest qebûl nakin'
15:36 Cezayên li siyasetmedaran hatin birin hatin şermezarkirin
15:21 'Qetilkirina Tosûn ne tiştekî takekesî ye, encama polîtîkayekê ye'
15:01 Ji 16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî
14:44 Kiryarê ku Gulben Dûrûyê qetil kir hat girtin
14:44 Li Agiriyê li dijî cezayên hefsê bertek hat nîşandan
14:38 Konferansa Dayikên Aştiyê: Divê azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan pêk bê
14:28 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin
14:01 Li Cizîrê ji bo cezakirina sûcdarê tacîza zarokan Nobeda Edaletê hat destpêkirin
13:23 Ciwanên Edene, Wan û Agiriyê ber bi Amedê ve bi rê ketin
12:50 Dê refleksên rojnamevan Aykol ê hat entubekirin bên şopandin
12:38 Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome
12:22 Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin
11:53 Ji Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayikên Aştiyê
11:50 Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
10:17 Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
10:01 'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe'