AMED - Hiqûqnasê OHD'î Salih Tekîn diyar kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di warê pêkanîna "mafê hêviyê" de zorê bide Tirkiyeyê.
Tirkiye, sererastkirinên qanûnî yên der barê biryarên "binpêkirinê" yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî cezayê muebbeda girankirî bicîh nayne. DMME'yê di sala 2014'an de biryar da ku cezayê muebbedê yê girankirî yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, qedexeya îşkence û muameleya xerab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye. Piştî biryara binpêkirinê, DMME'yê ji Tirkiyeyê xwest ku sererastkirinên qanûnî der barê "mafê hêviyê" de çêbike. Lêbelê, 11 sal in der barê vî mafî de tu sererastkirin nehatine çêkirin. "Mafê hêviyê" ku Tirkiye der barê wê de gav neavêtine, di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye. Komîte di 15'ê Îlonê de civiya. Tê payîn ku di civîna xwe de ku îro bi dawî dibe, biryareke demkî bide.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê Salih Tekîn diyar kir ku 11 sal in biryara DMME'yê nehatiye bicîhanîn û ev yek ji şert û mercên siyasî nayê cudakirin. Tekîn diyar kir ku komîte dikare zexta siyasî li ser Tirkiyeyê bike û bi rêyên dîplomatîk jê bixwaze ku bi lez û bez tevdîran bigire. Divê komîte zorê bide hikûmetê ku sererastkirinên qanûnî yên der barê 'mafê hêviyê' de çêbike."
Tekîn destnîşan kir ku ligel Abdullah Ocalan, "mafê hêviyê" yê bi hezaran girtiyan tê binpêkirin û got ku sererastkirineke gengaz dê bandoreke erênî li girtiyên din jî bike. Tekîn diyar kir ku ligel "mafê hêviyê" divê pergala ceza ya ku rêgeza wekheviyê binpê dike, were nirxandin û bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku li meclisê hatiye avakirin. Tekîn bal kişand ser pêwîstiya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo lezandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Pêşniyaz û nirxandinên birêz Abdullah Ocalan ên der barê pêvajoyê û rewşa giştî de, dê rênîşander bin."
'DIVÊ BIRYARA MAFÊ HÊVIYÊ BÊ PÊKANÎN'
Tekîn destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê "mafê hêviyê" were bicîhanîn û sererastkirinên darazî bên bicîhanîn. Tekîn diyar kir ku divê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û komên din di vê mijarê de ji bo zorê bidin Tirkiyeyê têkevin nava hewldanan.