MÛŞ - Di demeke ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane tê nîqaşkirin de, li Mûşê dest bi avakirina girtîgeheke ewlehiyeke bilind hat kirin. Endamê OHD'ê Metin Gullu got: "Avakirina girtîgehê xizmeta ruhê pêvajoyê nake."
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, tê payîn ku sererastkirinên qanûnî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane werin çêkirin, lê desthilat li Mûşê girtîgeheke nû ava dike. Avakirina girtîgehê ku li bajarokê Ewran yê Mûşê dest pê kir, li ser qadeke bi qasî 400 donimî tê çêkirin. Avakirina girtîgehê bû sedema bertekan. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Metin Gullu diyar kir ku avakirina girtîgehê li dijî ruhê pêvajoyê ye.
Gullu biryara fesixkirina PKK'ê û çekberdanê bi bîr xist û diyar kir ku desthilat ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî tu gavan neavêtine. Gullu got: "Yek ji pêşniyarên li vir berdana girtiyên nexweş û siyasî ye. Ev yek ji hîmê bingehîn a vê pêvajoyê ye. Ji ber ku berdana girtiyên nexweş û siyasî, yên ku bi rastî zirar û windahiyên mezin dîtine û bi hewldaneke mezin têkoşînê berdewam kirine, dê vê pêvajoya aştiyê ji nû ve zindî bike. Ev yekem tişt e ku divê were kirin û em vê yekê li her platformê tînin ziman."
'XIZMETA PÊVAJOYÊ NAKE'
Gullu diyar kir ku girtîgeha tê çêkirin pir mezin e û got: "Avakirina vê girtîgehê xizmeta ruhê pêvajoyê nake. Ew avakirina qereqolên polîsan ên ku ji hêla dewletê ve li çiyayên bajarên Kurdan di dema pêvajoya aştiyê ya berê de hatin çêkirin tîne bîra mirov. Bi rastî, di encama wan qereqol û xebatên din de, pêvajoya aştiyê têk çû. Ew negihîşt tu encamê. Em hêvî dikin ku ev girtîgeh jî pêvajoyê têk nebin. Niha, girtîgeh ji hêla desthilatdariya siyasî ve wekî ço tên bikar anîn. Ew hewl didin ku bi girtinên neheq û keyfî muxalefetê bêdeng bikin. Girtîgeha ku li vir tê vekirin dê xizmeta vê armancê bike. Ya niha li ber çavan ev e. Em hêvî dikin ku li şûna van girtîgehan, ji aliyê dewletê ve avaniyên xweşiktir ku civak lê bên cem hev bên çêkirin û xizmeta pêvajoya aştiyê bike."
'DIVÊ KOMISYON SERDANA ABDULLAH OCALAN BIKE'
Gullu diyar kir ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin divê ji bo dîtina çareseriyê bi Abdullah Ocalan re bicive. Gullu got: "Piştre, divê komîsyon ne bi kesên tên hilbijartin ji bo gazîkirin, bi guhdarîkirina mirovên ji hemû beşên civakê û hemû bîr û baweriyan bigihîje encamekê. Lê belê, wekî ku em dibînin, komîsyon heta kesên ku gazî wan dike jî hildibijêre. Ev xizmeta aştiyê nake. Wekî rêxistineke hiqûqê, em daxwaz dikin ku ev pêvajo demildest bigihê bingeheke hiqûqî. Dibe ku sererastkirinek der barê înfazê de ji bo berdana girtiyên siyasî hebe. Ev gava yekem a herî girîng e. Piştre, divê sererastkirinên qanûnî werin çêkirin da ku mirov karibin bi serbestî biaxivin û vê pêvajoyê binirxînin."