'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin

  • rojane
  • 14:33 31 Tebax 2025
  • |

STENBOL - Di metna hevpar a “Mitînga Aştiyê” de wiha hate gotin: “Vekirina pêşiya hemû qenalên demokratîk ku ji bo tev li pêvajoyê bibin, pêwîstiyeke. Tekane rêya gelên me bi ewle û aram bijîn, aştî ye. Dê dinyayeke bêşer û bêkdxwarî bi destên me were avakirin.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Qada Rihtimê ya Kadikoyê bi dirûşma “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî bi ser keve" mitîngê lidar dixe. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û înîsiyatîf, beriya mitîngê li Rawestgeha Sogutluçeşmeyê hatin gel hev. Girseyê li vir stran got, govend gerand û bi dovîz û dirûşman bal kişandin ser israra xwe ya di aştiyê de. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. 
 
DAXWAZÊN XWE BI PANKARTAN VEGOTIN 
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê pankarta “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî bi ser keve” hate hilgirtin û dest bi meşê kirin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi pankarta “Hawirdora aştiyê ew e ku em bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê li her derê bi serbestî biaxivin”, Înîsiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê heye bi pankarta “Dengê aştiyê em bi piştevaniya jinê diqîrin”, DEM Partî bi “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê”, Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi pankarta “Rêya aştiyeke birûmet civaka sosyalîst demokratîk û azadîxwaz e”, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi pankarta “Bi hevrêtiya komunalîst em tecrîdê dişikînin” û MATUHAYDER jî bi pankarta “Dawî li taloqkirina tehliyeyan bînin ji girtiyan re azadî” meşiya. 
 
BAL KIŞANDIN SER PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
 
Di meşê de girseyê her wiha bi pankartên xwe bal kişandin ser gavên ji bo civaka demokratîk û daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin. 
 
WÊNEYÊN JINÊN HATIN QETILKIRIN HATIN HILGIRTIN
 
Dayikên Aştiyê, di meşê de wêneyên rojnameger Hêro Bahadîn ku li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê di êrişa Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin, endama Navenda Jineolojiyê rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin û Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dayin jî hilgirtin. 
 
MEŞA JINAN
 
Jinên ku bi cilûbergên Kurdî, bi şalên kesk, sor û zer pêşengtiya meşê kirin, tililî avêtin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bila zindan birûxin ji girtiyan re azadî”, “Bijî Serok Apo”, Bê Serok jiyan nabe”, “Gelê Filistînê bi tenê nîne” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. 
 
Girse, bi awayê kortejan têket Qada Rihtimê. Mitîng, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî metna hevpar hate xwendin. Kurdiya metnê ji hêla Zeynep Yildirim û ya Tirkî jî Nebîl Sarikaya xwend. 
 
TEKANE RÊ TÊKOŞÎN E 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şer û pevçûn rê li ber xizanî, kedxwarî û koçberiyê vedikin û gel jî li dijî vê ji bo jiyaneke wekhev û demokratîk têdikoşe. Bi domdarî wiha hate gotin: “Mînaka herî dawî ya wêraniya şer li ber vedike jî li Filistînê tê jiyîn. Qirkirin, li pêş çavê hemû dinyayê bi aşkerayî hate ragihandin û tê kirin. Saziyên navneteweyî helwesteke bibandor a ku rê li ber vê komkujiyê bigirin raber nakin, berevajî vê piştgiriyê didin. Gel jî li her devera cîhanê li ser pêyan e, xwedî li mîrasa mirovahiyê derdikevin. Îktîdara siyasî ya li Tirkiyeyê, ji ewil ji bo pêşçavan jî be hinek bertek nîşan dida lê êdî niha nikare wê jî bike. Di heman demê de hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê, komkujiyên xwe yên li dijî Durzî û Elewiyan berdewam dike. Ev tevek îspata wê ye bê ka gelên li herêma di bin şert û mercên çiqas zehmet de hewl didin hebûna xwe bidomînin. Tekane rêya pêşîlêgirtina komkujiyên li herêma me, têkoşîna wan a ji bo cîhaneke wekhev, adilane û aştiyê ye. 
 
Di serî de gelê Kurd, di encama têkoşîna bi salan a gelan a ji bo demokrasî û aştiyê, derfetên dîrokî afirîn û niha li ser aştiyê nîqaş tên kirin. Lêbelê, li rexekî li ser aştiyê tê axaftin û li rexa din jî zext didomin. Di rewşeke binakok ku li hundir bêhiqûqtî û zext û li derve jî polîtîkayên şer tên domandin de mimkin nîne ku pêvajoya aştiyê armanc dike pêş bikeve. Ji bo alî, aktorên siyasî bi rehetî bikarin xwe îfade bikin û xebatan bimeşînin, divê zemîneke hiqûqî were avakirin. Vekirina pêşiya hemû qenalên demokratîk ku ji bo tev li pêvajoyê bibin, pêwîstiyeke. Weke Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêşerojeke bêşer, bêkedxwarî, laîk û wekhevîparêz bidomînin. Em ê vê zîhniyeta ku zeytûngeh, daristan li pêşiya xebatên madenvaniyê vekiriye û li dijî şînkatî û jiyana ekolojîk şer daye destpêkirin, têk bibin. Tekane rêya gelên me bi ewle û aram bijîn, aştî ye. Dê dinyayeke bêşer û bêkdxwarî bi destên me were avakirin. Em bang li her kesî dikin ku vê hêviyê mezin bikin.” 
 
Mitîng berdewam dike. 
 
 
 

Sernavên din

06/09/2025
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir