Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?

  • rojane
  • 17:06 20 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Dayikên Aştiyê di komîsyona li Meclisê de bal kişandin ser piştgiriya gel a ji bo Abdullah Ocalan û ev pirs kirin: “Gerîla dê li gorî çi dîsa vegerin?” 

 
Dayikên Aştiyê, di civîna 5’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axivîn. Dayikan, binpêkirinên mafan ên li dijî wan hatine kirin û çîrokên zarokên xwe vegotin û xwestin komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. 
 
Dayika Aştiyê Turkiye Bozkurt, diyar kir ku gelê Kurd ji Abdullah Ocalan bawer e û muxatabê rasteqîn ên çareseriyê jî Abdullah Ocalan e. Turkiye Bozkurt, tiştên keça wê jiyayîn vegot û ev tişt anî ziman: “Keça min di 14 saliya xwe de li Amedê hate binçavkirin. 27 rojan me tu agahî jê negirtin û parêzera wê jî Meral Daniş Beştaş bû. Keça min 18 meh piştre ji girtîgehê derket lê dîsa hate girtin. Û ev 27 sal in di girtîgehê de ye. Divê êdî gav bên avêtin. Gel ji vê bawer nake. Heta niha tu gav nehatine avêtin. Gelê Kurd tişta diket ser milê xwe kir û hemû gav avêt. Çek hatin şewitandin, partî hate fesixkirin. Tevek jî bûn lê hêj bersiva vê nehatiye dayin. Di serî de Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî û girtiyên nexweş bên berdan.” 
 
‘GEL BI OCALAN RE YE’ 
 
Dayika Aştiyê Rebîa Kiran jî bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û piştî hişyarkirinê jî axaftina xwe bi Tirkî berdewam kir. Rebîa Kiranê got: “Kî bibe wesîleyê vê aştiyê, em rêz û hurmeta xwe pêşkeşî wan dikin. Heke ev gotina aştiyê bi hewldana birêz Ocalan derketibe, weke Dayikên Aştiyê em piştgiriyê didin vê aştiyê.” Rebîa Kiranê got; “Aştî ne sûc e, textê rêz e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi xwedîderketina komîsyonê ya li pêvajoyê re welat dê veguhere baxçeyê gulan. Beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Bila Ocalan were, li Meclisê rûnê û em derdên xwe ji hev re vebêjin. Weke dayik, em di nav gel de ne, li fikra her kesî guhdarî dikin. Ji me re dibêjin ‘Ka aştî li ku ye? Tu gav nehatine avêtin.’ Heke li vî welatî maf, hiqûq û edalet hebûya, dê zarokên me derneketina çiyê. Em weke Dayikên Aştiyê li vir in. Gelê Kurd bi birêz Ocalan re ye.” 
 
‘BILA WERIN SIYASETÊ BIKIN’ 
 
Rebîa Kiranê pirsa “Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?” ji komîsyonê kir û axaftina xwe wiha domand: “Gelo dê bi kîjan şertan werin Tirkiyeyê? Dê wan bixin zindanan û 30 sal cezayê hefsê bidin wan. Aştiyeke wiha nabe. Bila ew jî werin û siyasetê bikin. Pêşiya zimanê tûj ê medyayê bigirin. Madem dê aştî çêbibe, bila vî zimanê wan bidin sekinandin ku em hev hembêz bikin. Em li vî welatî şer naxwazin. Heta ku em dimirin jî dê daxwaza aştiyê bikin. Ji av û nan zêdetir pêdiviya me bi aştiyê heye.” 
 
Di rûniştina duyemîn a civînê de dê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Endama MYK’a ÎHD’ê Vetha Aydin Yuksel, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Kaya Kartal biaxivin. Her wiha dê Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî Mahsum Bati û cîgirê weqfê Erkan Şenses biaxivin. Herî dawî jî dê li Serokê Weqfa Maf û Azadiyên Mirovan û Alîkariya Mirovî Fehmî Bulent Yildirim û endamê Lijneya Rêveber a weqfê Vahdettîn Kaygan bê guhdarîkirin. 
 
 
 

Sernavên din

27/08/2025
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan
11:41 Li Bursayê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
11:40 Şewata li Bedlîsê hate vemirandin
11:16 Li Xezeyê 2 jê zarok 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
11:15 Hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê li Cinevê bên kirin
10:51 Civaka Elewî hemwelatiya wekhev dixwaze
09:55 Li dijî xutbeya Diyanetê bertek: Divê jin bi awayeke xurt têbikoşin
09:36 '7 şibakeyên tecrîdê' bi 3 zimanan hat wergerkirin
09:29 Xwebûn bi manşeta ‘Ziman xeta sor e’ derket
09:28 Mafên girtiyan ên sihbet, pirtûk û werzîşê tên astengkirin
09:19 Sekreterê Partiya Sor: Divê Ocalan di şert û mercên azad de biaxive
09:00 Alîgirên Amedsporê li dijî cezayan bi tîma xwe re ne
09:00 ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2025’AN
24/08/2025
17:23 Mihrîcana baweriyê ya li Gimgimê bi dawî bû
17:15 ‘Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne: Divê bêdudilî piştgiriyê bidin aştiyê’
17:12 Bakirhan: Dengbêjan bîra gelê Kurd parastin
15:50 NADA’yê ji bo Newala Xesfeyê banga lêpirsîna navneteweyî kir
15:49 DYA’yê biryar da ku hêzên xwe ji Iraqê derbixe
14:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike
13:42 Ji sê girtiyên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn agahî nayên girtin
12:58 Şewata li Licê hate vemirandin
12:57 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê hewl dide siyaseta înkarê rewa bike
11:36 MSD: Komxebata şêwirê hate taloqkirin
11:35 Li Mêrsînê mînîbusa xwendekaran li TIR’ê xist: 2 kes mirin
11:22 Jinan ji bo destûra bingehîn a nû bang kir: Werin em gotina xwe bikin yek
11:22 Zarokê 14 salî bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da
11:20 Hunermendên Elewî ji pêvajoyê bihêvî ne
10:07 Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin’ derket
10:00 30 sal in li Licikê bêrîvaniyê dike. Jeotermal dê xwezaya me tune bike
09:59 Ji ber lêgerîna petrolê ya li Gabarê zêdetirî 3 hezar kes bêav hatine hiştin
09:23 Serokê ÎHD’a Yilmaz: Divê li Ocalan guhdarî bikin
09:00 Karkerên qeyûm ji kar derxistî 25 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2025’AN
07:30 Li Mereşê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
23/08/2025
17:10 Avakirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê hate protestokirin
15:48 Li Stenbolê bi jinan re çalakiya ‘xeleka aştiyê’ hate lidarxistin
15:36 Çalakiya 700'emîn a Rûniştina F: Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş
15:20 Rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:12 Dayikên Şemiyê: Aştî bi axaftina heqîqetê ve pêk tê
15:02 Li Sindirgiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
14:23 Li Derînceyê şewat li nava bereqe û konteyneran belav bû
13:53 Xizmên windayan bang li komisyonê kirin: Dema pratîkê ye
11:29 Wan ji bo mîtîngê amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
10:49 Ji bo mirina biguman a du xwişkan dozgerê taybet hat peywirdarkirin
10:21 Bati yê ku di Komîsyonê de axivî: Ger bi Ocalan re hevdîtin bê kirin dê pêvajo bi leztir pêş ve biçe
09:57 ‘Ewlehiya jinan bingeha aştiyê ye’
09:53 Efserê ku çawîşê pispor ew birîndar kiribû mir
09:50 Li Mîlasê jinek hat qetilkirin
09:33 Geçmez: Divê her kes bê guhdarkirin, pêvajo li ser esasê hiqûqî bê rûniştandin
09:07 Li bajarê ku nifûsa wî 550 hezar e tenê onkologek heye
09:06 'Em ji bo şikandina xeleka polîtîkaya şerê taybet têdikoşin'
09:04 Qeydên Dibistana Egîdê Cimo didomin
09:03 Xebatkarên rêbejahiyê ku bi dînamîtan xwezayê texrîb dikin: Me serobino kir!
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2025'AN
22/08/2025
16:32 Kanala Zoom TV a Lahûr Şêx Cengî hat girtin
16:10 Li Mûşê civîna ‘yekitiyê’: Divê her kes dev ji berjewendiyan ber de