Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin

img

AMED - Meclİsa Ekolojiyê ya Amedê xwest ku tavilê dest ji xebatên kargeha keviran a li taxa Korxa ya Licê bê berdan ku hebûna xwezayî ya Şikefta Bîrkleynê ya dîrokî tehdît dike. 

Meclisa Ekolojiyê ya Amedê li dijî xebatên "Ocaxa Kevir, Santrala Plent û Tesîsa Şikandin û Eleqkirinê" ku li gundê Korxa navçeya Licê ya Amedê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêya Bejahî ya Herêma ya 8'emîn ve tê meşandin daxuyaniyek da. Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên DEM Partiyê li astên parêzgeh û navçeyan, endamên Meclisa Ekolojiyê ya Amedê û gelek welatî amade bûn. Girseya gel li qada mayî ya Şikefta Bîrqleynê li hev civiya û ber bi qada ku kargeha kevir û xebatên tesîsa pelçiqandinê lê tê kirin dest bi meşê kir. Bi tevlibûna girseyê re hêzên cendirmeyan ber bi herêmê ve hatin şandin. Welatiyên ku nêzî qadê bûn, li dijî xwediyên şîrketan ên ku xebatan dimeşînin nerazîbûn nîşan dan. Hewldana jendirmeyan a ji bo binçavkirina xwepêşandêran rastî nerazîbûnên tund hat. Piştî bertekan jendirmeyan dev ji astengiyan berdan. 
 
Berdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç li vir daxuyanî da û xwest, projeya ku xweza, jiyan, dîrok û mîrateya çandî bê sekinandin. Kiliç diyar kir ku ji bo tesîsa ku li ser nêzî 250 donim erd hatiye plankirin biryara 'Nirxandina Bandora Hawirdorê nayê xwestin' hatiye dayîn û wiha axivî: "Ev biryar ne tenê ji bo xwezayê, ji bo bîra herêmê, jiyana hevpar û dewamiya çandî tehdîteke cidî ye. Ji ber ku bi sedsalan e ji aliyê gelê herêmê ve weke çêrgeh tê bikaranîn, herêma mijara wê ji bo hilberîna çandiniyê û sewalvaniyê girîng e. Her wiha ev herêm rasterast li jora şikeftên Bîrqleyn a dîrokî ye û vê yekê dike destwerdaneke ku bêrêziyê li nirxên dîrokî û çandî dike. Weke Meclisa Ekolojiyê em balê dikişînin ser: Ev proje wê ne tenê kevir bê derxistin, di heman demê de wê ekosîstemê parçe bike, ava binê erdê qirêj bike, dest deyne ser zevî û debara gel û gefê li jiyana mirovan û xwezayî ya bi toz û deng bixwe."
 
'DIVÊ BIRYARA ÇED'Ê BÊ BETALKIRIN'
 
Kiliç bal kişand ku bêyî razîbûna şêniyên herêmê xerakirina qadên jiyanê nayê qebûlkirin û wiha got: "Em wek kesên ku li gel xweza û jiyanê disekinin bang dikin: divê demildest pêvajoya nirxandina bandora hawirdorê bê betalkirin û proje bê rawestandin. Erdên çêrgehan avakerên gundiyan in, nikarin bên tinekirin; mîrateya me ya dîrokî û çandî nabe ku veguhere betonê û li dijî talankirina xwezayê em ê têkoşîna xwe, mil bi mil bi gundiyan re mezin bikin. Em xwezaya xwe diparêzin û em ê parastina xwe bidomînin."
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça jî wiha got: "Hewl didin azadiya xweîfadekirinê, xweza û mafê parastinê yê gel li vir bixin dewrê, li pişt çend çekan xwe veşêrin û çend hesasiyetan ji xwe re bikin bahane. Em dixwazin zarokên me jî, nifşên pêşerojê jî bizanin ka Şikefta Birqleynê dişibe çi. Em mafê jiyanê yê kesên ku dixwazin siya dara ku niha di bin de bigerin jî diparêzin. Em behsa 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' dikin. Lê divê em xwezaya xwe biparêzin. Em ê nehêlin ku xwezaya me bibe qurbana sermayeyê."
 
'SAZIYÊN DEWLETÊ LI HEMBERÎ HILWEŞANDINÊ BÊDENG DIMÎNIN'
 
Serokê Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku Şikeftên Bîrqleyn ên dîrokî bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne. Înan da zanîn ku saziyên dewletê yên ku Walîtiya Amedê, Qaymeqamiya Licê û Midûriyeta Parastina Mîrateyên Çandî jî di nav de ye, li pêşberî hilweşîna li qada dîrokî rû dide, bêdeng mane. Înan wiha axivî: "Lê belê em parêzvanên jiyanê, gelê Licê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, şaredariyên gel, Meclisa Ekolojiyê ya Bajarvaniyê û Baroya Amedê em ê li hemberî vê talana dîrokî bêdeng nemînin."
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.
 

Sernavên din

03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin