ENQERE - RTUK'ê sedema cezayên ku li qenalên muxalif birî eşkere kir û parast ku qenal dikarin bi hincetên wekî "pergala cemaweriyê, ewlehiya cemaweriyê" bên sînordarkirin.
Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, sedemên qanûnî yên cezayên ku li Now TV, Sozcu TV, Halk TV û Tele 1'ê hatin birin, ji Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy pirsî.
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), got: "Di civakeke ku çapemenî wekî hêza çeremîn tê dîtin de, bi sedemên ewlehiya neteweyî, pergala cemaweriyê û ewlehiya cemaweriyê û di demen awarte de, tiştekî asayî ye ku Serokê RTUK'ê banga hestiyariyê li saziyên çapemeniyê bike ku girêdayî berpirsiyariya xwekontrolkirinê û rêgezên rêgezên weşangeriya cemaweriyê bin."