ŞIRNEX - Welatiyên bajarokê Dêrahînê ya Qilebanê, li dijî şîrketa ku dixwest li qada ava vexwarinê kana madenê vebike bertek nîşan dan û wesayîtên şîrketê ji nava bajarokê derxistin.
Welatiyên bajarokê Dêrahînê yê navçeya Qileban a Şirnexê, li dijî şîrketa ku ji Sêrtê hatibû nerazîbûn nîşan dan. Welatiyan li dijî şîrkata ku dixwest li cihê ava wan a vexwarinê kana madena çînkoyê vebike, bertek nîşan dan û wesayîtên wan ji nava bajarokê dersixtin. Welatiyên ku li qada bajarokê civiyan, diyar kirin ku armanca wan ne maden e ava vexwarinê hedef digirin.
Rayedarên şîrketê ku li dijî bertekên welatiyan ji nava bajarok derketin, diyar kirin ku dê careke din bên. Welatiyê ku bertek nîşan da got: “Êdî gelekî bi rêxistinbûyî heye. Em ê bi yekitiya xwe nehêlin hûn armancên xwe pêk bînin.”