AMED - Welatiyên li dijî talankirina xwezaya Hesendînê nobetê digirin, diyar kirin ku herêm çavkaniya debara 7 gunda ye û banga piştevaniyê kirin.
Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ya Kulpê, xebatên xwe yên lêgerîna madenê yên li herêma Hesendînê ya navçeya Pasur a Amedê didomîne. Ligel ku rapora Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) hatiye betalkirin jî şîrket xebatên xwe didomîne. Welatiyên herêmê li dijî van xebatan bi bertek e û li dijî van xebatan kon vegirt û dest bi çalakiya nobetê kir. Welatiyên tev li nobetê bûn, diyar kirin ku herêma Hesendînê çavkaniya debara 7 gunda ye û ew ê teslîm nekin.
Ji şêniyên gundê Hêlînê Şehmûz Îlgen, diyar kir ku ew ê destûrê nedin Zozana Hesendînê were tunekirin û wiha got: “Tevahiya debara me ji vê herêmê ye. Bav û kalên me li vir jiyan û em naxwazin ji dest me biçe. Bila xelkê me perîşe nebe. Demekê koç kirine û bi derfetên xwe vegeriyan vê derê. Dibêjin ‘Em ê çavkaniyên binerd ên Hesendînê derxînin.’ Lêgerîna madenê tê wateya mirinê. Ne tenê ji bo mirovan, ji bo hemû zindiyan wisa ye. Em li vir ji Enqereyê re dibêjin, hizûra gelê me xera nekin. Li vî welatî gelek îşkence li gel hate kirin. Yên koçber bûyîn, yên malbatên xwe winda kirin... Bi rastî jî vî gelî gelek kişand. Debara xwe jî bi ajalvanî, mêşvanî û hwd. dikin. 7 gund debara xwe bi vê zozanê dikin û bila bela xwe ji vê zozanê vekin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”
‘AVA ME JI ZOZANÊ TÊ’
Ji welatiyan Îskan Çîçek jî anî ziman ku ew ê destûrê nedin zozana wan were tunekirin û wiha pê de çû: “Em ji bo zozana xwe têdikoşin. Jiyana me, ava me, debara me tevek ji vê zozanê ye. Erdekî ku em debara xwe bikarin li ser bikin tune ye. Ji serê sibê heta êvarê têdikoşin. Parêzer û rûspî bila midaxilî vê meseleyê bibin û vê bûyerê bigirin.”
'EM Ê RÊ NEDIN TALANÊ’
Ji welatiyan Erhan Îlgen jî bi lêv kir ku erdên wan ji bo rantê tên tunekirin û ev tişt anî ziman: “Weke gel em vê naxwazin. Hewl didin me bi hiqûq, edalet û qanûnan bitirsînin. Xelkê gund her tim neçarî koçberiyê dibe. Di salên 90’î de ji sedî 90-95’ê gundê me bar kir. Çavkaniyên me tenê koçberî û ajalvanî ye. Heke ev zozan ji dest me biçe em ê tune bibin.”
‘EM BANGA PIŞTEVANIYÊ LI HER KESÎ DIKIN’
Ji şêniyên gundê Şîrnasê Remzî Turan jî got ku axa wan ji bo wan pîroz e û wiha domand: “Ev çend nifş in em li vir in. Piştî me jî dê zarokên me li vir bijîn. Anku bav û kalên me çawa ev ax bêyî maden û talanê ji me re hiştibin em jî dixwazin bi wî awayî ji zarokên xwe re bihêlin. Ev ax ne axeke wisaye ku were talankirin. Em banga piştevaniyê li her kesî dikin. Bila gelê me xwedî li me û zozanê derkeve da ku neyê talankirin."
'BILA ZOZANA ME NEYÊ TUNEKIRIN’
Medenî Altûn jî got ku ew ê destûrê nedin xaka wan were jehrîkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Roja me xwe nas kirî heta niha em li vir in. Me ajalvanî kir. Her tiştê xwe em li vê zozanê dikin. Heke ev zozan ji dest me biçe em ê çi bikin û bi ku de biçin? Em naxwazin zozana me were tunekirin.”
MA / Fethî Balaman