ÎZMÎR - Endamê Meclisa Tenduristiyê ya HDK'a Îzmîrê Erhan Morkoç, bal kişand ser şer û bandora wê ya li ser gel û got: “Divê rêxistinên tenduristiyê têkildarî avakirina aştiyê tenê bi gotinê ve sînordar nemînin, divê beşdarî pêvajoyê bibin.”
Li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn şerê ku bi salaye didome, li ser ewlehiya jiyanê û tenduristiya gel texrîbatên cidî çêkir. Ji ber şer û pevçûnên ku li Kurdistanê di bin navê polîtîkayên “ewlehiyê” de domand bi milyonan welatî ji warê xwe bûn û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Li herêmên ku şer lê hebû, gel negihîşte mafê tenduristiyê, li metropolên lê hatibûn koçkirin jî xizmeta tenduristiyê mehrûm bûn. Bi zimanê xwe yê dayikê ve tenduristiyeke baş nedîtin. Ji ber vê yekê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de pêşiya pêvajoyeke nû vekir û ev pêvajo ji bo bidawîbûna binpêkirina mafên mirovahî wek firsend tê nirxandin.
Endamê Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Îzmîrê Erhan Morkoç, têkildarî şer û rewşa tenduristiya gel a di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de rol û mîsyona saziyên tenduristiyê axivî.
BANDORA ŞER A LI SER GEL
Morkoç, diyar kir ku şerê bi salên dûr û dirêj didome li ser tenduristiya gel pirsgirêkên cidî çêkir û bû sedama travmayên mezin. Morkoç, bal kişand ser bandora şer a li ser jin û zarokan û wiha axivî: “Mirov bi awayeke dêrûnî têk çûn. Ji salên 90’î ve milyonek û nîv welatî ji warê xwe bûn. Ji ber van koçan welatî pirsgirêka tenduristiyê û xwarin û kar jiyan. Di saziyên tenduristiyê de xizmeta bi zimanê dayikê nebû û ji ber vê mirov neçûn bijîşk ji bo tedawiyê yan dema çûn jî rastî pirsgiran hatin. Mirovên ku ji ber şer terka warên xwe kirin û koçî metropolan kirin rêjeya wan a sûc û tiryakê zêde ye. Ev hemû têkçûna tenduristiyê nîşan didin. Mirovên ku ji ber koçkirinê di kampan de dijiyan bi nexweşiyên werem, tuberkuloz, tîfo ketin û ev yek jî bandora şer a li ser tenduristiyê nîşan dide. Ji ber şer û pevçûnê welatiyan xwarina baş û ji ber vê yekê jî pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû man.”
'DIVÊ SAZIYÊN TENDURISTIYÊ BÊDENG NEMÎNIN'
Morkoç, anî ziman ku berî salan diviyabû şer li Tirkiyeyê bi dawî bibe û budçeya şer ji bo tenduristiyê bê veqetandin û çareseriya pirsgirêka di pergala tenduristiyê de bi vê rêbazî çareser dibe. Morkoç, got: "Di salên dawî de me dît ku dibêjin kedkarên tenduristiyê ji ber şer û pandemiyê derketin derveyî welat. Ev mirovana ji ber mercên azad ê xebatê nebû loma çûn. Divê saziyên tenduristiyê der heqê avakirina aştiyê ji bo tenduristî û dêrûniya gel gotina xwe bibêje. Teqez divê odeyên bijîşkan û sendîkayên tenduristiyê gotina xwe bibêjin û bêdeng nemînin. Herwiha divê rêxistinên pîşeyên din jî ji aliyê erênî û neyînî ve bandora şer lêkoklîn bikin û bi raya giştî re parve bikin.”
BANGA JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ
Morkoç, diyar kir ku pêvajoya nû her kes bi hêvî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salan e şerek heye. Mirovan jiyana xwe ji dest dan û gund hatin şewitandin. Bila kes nebêje ‘bi min tiştek nabe’. Helbet xizmên me zirar ji vî şerî dîtine. Mînak pirsgirêka tiryakkêşiyê ye ku wek şerê taybet derket niha bûye pirsgirêka civakê. Di salên dawî rewşa xwekuştina ciwanan gelek zêde bûye. Sedemên van tiryak û qumar e. Di nava salên 2018-2019’an de li gorî daneyên ji lêkolînê hatine bidestxistin kesên 19 salî tiryakkêş bûn niha ev daketî 9 saliyê.”
Morkoç, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û bang kir ku ji bo tedawiyek baş divê teqez girtiyên nexweş bên berdan.
MA / Ûgûrcan Boztaş