Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin

  • rojane
  • 12:15 7 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya “Komxebata Ji Bo Zarokistanan” ku li Amedê hat lidarxistin, hat aşkerakirin. Di encamnameya komxebatê de bang hate kirin ku zimanê dayikê bibe zimanê perwerdeyê. 

Şaredariya Peyasê ya Amedê, di 5-6’ê Tîrmehê de li avahiya xizmetê ya şaredariyê bi dirûşma “Zarok pêşeroja civaka azad in”, “Komxebata Ji bo Zarokistanên Pirzimanî”  li dar xist. Pispor, nivîskar, parlamenter, perwerdekar, malbat, nûnerên saziyên civakî û kesên xwedî ezmûn jî di nav de gelek kes beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de ji perwerdeya pirzimanî heta rola zarokistanan a di parastina zimanê dayikê de, gelek mijar hatin nîqaşkirin û nirxandin. Encamnameya komxebatê hate aşkerakirin û ji bo zarokan perwerdeya pirzimanî û ya bi zimanê dayikê hate kirin. 
 
‘DI PÊŞDIBISTANAN DE DIVÊ ZAROK ZIMAN, ÇAND Û XWEBÛNA XWE BIPARÊZIN’  
 
Encamnameya komxebatê wiha ye: 
 
“Perwerdehî, pêvajoya bêdawî ya bidestxistina şiyanên ji bo jiyanê ye. Ji bûyînê dest pê dike, heta dawiya jiyanê didome. Di vê pêvajoyê de serdema herî girîng a ku kesayeta mirov tê de teşe digire, serdema zarokatiyê ya pêşîn e. Di vê serdemê de hawirdora pêşîn a perwerdehiyê mal e, paşê heke ku derfet hebe pêşdibistan e. Di pêşdibistanan de zarok divê hem ziman, çand, xwebûn û xwerengiya xwe biparêzin, hem jî xurtir bikin. Ji bo vê yekê jî pergala perwerdehiyê ya ku di pêşdibistanan de dê bê sepandin, ligel mufredat, alav û amûrên xwe, divê bi hişmendiyeke li gor vê armancê bên amadekirin.
 
PERWERDEHÎ MAFEKÎ BINGEHÎN E
 
Perwerdehî mafek ji mafên bingehîn ên mirovî ye û her zarok divê bi awayekî wekhev bikaribe ji vî mafî sûdî wergire. Ev jî bi destê sazî û dezgehan pêk tê. Şaredarî jî yek ji wan sazî û dezgehan e û peywira wê ye ku li gor taybetiyên civakê yên xweser xizmetên perwerdehiyê pêşkêş bike. Yek ji van xizmetan jî vekirina pêşdibistanan e. Hemû rêveberiyên xwecihî divê di vê çarçoveyê de vê xizmeta perwerdehiyê pêşkêş bikin.
 
Perwredekirina zarokan meseleya zarokan bi tenê nîn e, meseleya avakirina civakeke xewzaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinan e. Mesele ji bo siberojê em civakeke çawa dixwazin, takekesên çawa dixwazin û dixwazin çawa bijîn e. Ango teşedayîna siberoja xwe ye.
 
ARMANCA PERWERDEYA TIRKIYEYÊ BIŞAFTIN E 
 
UNESCO dibêje ku her zarok dikare û divê herî kêm bi sê zimanan perwerdehî bibîne yan jî sê zimanan hîn bibe û piştgiriyê dide pergaleke perwerdehiyê ya bi vî awayî; zimanê xwe yê dayikê, zimanê herêmî yan neteweyî û zimanekî navneteweyî. Berovajiyê vê biryara UNESCO’yê ya ku di sala 1999’an de daye, Tirkiye bi israr pergaleke perwerdehiyê ya yekzimanî û yekrengî disepîne. Ev hişmendiya perwerdehiya formal a ku li Tirkiyeyê tê sepandin, dike ku zarokên ne Tirk li derveyî pergala heyî ya li Tirkiyeyê bimînin an jî ji zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe qut bibin, di nava çerxa bişaftinê de bimehin. Her çiqas di serî de lêkolînên ku UNESCO’yê kirine û li gor hemû xebatên zanistî kesên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin zêdetir serkeftî dibin jî, perwerdehiya formal a li Tirkiyeyê bi armanca bişaftina gel, ziman û çandên din, bi awayekî yekreng hîna jî tê sepandin. Tirkiye her çiqas ji 2004’an ve bûbe berendameke fermî ya Yekîtiya Ewropayê û divê hêvî û daxwazên ku jê bên kirin bi cih bîne û bibe palpişt û piştgireke peymanên Yekîtiya Ewropayê jî, Tirkiye bi israr li ber xwe dide û di qada perwerdehiya bi Kurdî de yan jî pirzimanî de tu gavan navêje.
 
LI DIJÎ BIŞAFTINÊ HEWCEHÎ BI PARASTINA ZIMAN HEYE  
 
Tê zanîn ku gava yekemîn a dagirkirina mêjî, xerabkirina kodên genetîk, ji xwebûnê dûrxistin û tunekirina hebûnê û mêtingeriya zimanî ye. Ev mêtingerî jî bi awayê herî hêsan û berbelav bi perwerdehiyeke giştî pêkan e ku perwerdehiya formal a li Tirkiyeyê bi armanca bişaftina ziman û çandên din teşe girtiye. Ji bo xelasiya ji vê dehfikê, rizgariya ji vê bindestiyê û parastina xwebûn û hebûna xwe, xebatên ziman û perwerdehiyê ji bo gelê Kurd divê berî her tiştî werin. Ji bo danîn û zexmkirina hîmê bingehîn ê li hemberî bişaftinê, parastina zimên, destnîşankirina armancên giştî û diyarkirina rêbazeke perwerdehiyê ya demildest divê û ev tişt jî tenê bi xebat û komxebatên bi vî rengî pêkan e. Di encama vê xebatê de girîngiya zêdekirin û berbelavkirina xebatên bi vî rengî bi awayekî zelal derket holê.
 
Di komxebata me ya bi dirûşma ‘Zarok Siberoja Civaka Azad in’ hat lidarxistin a ku du rojan domiya de gelek mijarên sereke yên ji bo xebatên ziman û perwerdehiyê bi taybetî jî perwerdehiya di pêşdibistanan de hatin gengeşekirin. Di binê serenavên wek ‘Rabirdûya xebatên ji bo zarokan û ezmûnên ku çêbûne’, ‘Rewşa pêşdibistanan a heyî’, ’Mînak û Modelên navnetneweyî’, ‘Perwerdehiya pirzaravayî û pirzimanî û rola malbatan’, ‘Mufredata xwereng, afirandin û bikaranîna alav û amûrên perwerdehiyê’, ‘Mamosteyên pergala xwezaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinê’ de danûstendinên sûdewer çêbûn. Ji gelek sazî û dezgehên sîvîl ên cuda, partiyên siyasî, pêşdibistanên pirzimanî yên ku di binê banê şaredariyan de xebatên xwe didomînin, derdora 80 mamoste, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, derûnnas, civaknas, xwezaparêz, aktîvîst, lêkolîner, nivîskar û hwd beşdarî komxebatê bûn û bi giştî 8 danişîn hatin çêkirin.
 
NÊRÎN Û PÊŞNIYAR 
 
Her çiqas di bingeha tevahiya arîşeyan de polîtîkayên giştî yên dewletê hebin jî, hat dîtin ku gelek pirsgirêk û bendên cihêreng jî hene û li dijî vana gelek rê û rêbazên çareseriyê jî hatine bidestxistin. Di encama gengeşe, guftûgo, nîqaş û nirxandinên ku hatin kirin de bi awayekî giştî van nêrînên li jêrê derketin pêş;
 
* Rêveberiyên xwecihî divê bi sazî û dezgehên têkildar re koordînasyoneke giştî ava bikin, ji bo ku li tevahiya bajarên Kurdistanê û bajarên ku Kurd lê dijîn xebatên hevpar ên perwerdehiyê bên kirin, xebat û komxebat bên çêkirin, çarçove û nexşerê bên diyarkirin.
 
* Divê mînak û modelên perwerdehiyê yên cîhanê baş bên naskirin, perwerdehiya gelêrî ya Kurdan baş bê nirxandin û model û mufredata ku bi ezmûnên heta niha hatiye amadekirin li gor pergala civaka demokratîk bê nûjenkirin.
 
* Divê di serî de mamoste, tevahiya xebatkarên ku li pêşdibistanan dixebitin li gor hişmendî, pergal, mufredat, nêzikatî, rêbaz û teknîkên ku dê di pêvajoya perwerdehiyê de bên bikaranîn de bên perwerdekirin, perwerdehiyên navxweyî yên domdar bên çêkirin. 
 
* Ji bo ku li tevahiya pêşdibistanên pirzaravayî û pirzimanî bên bikaranîn, divê materyal, alav û amûr bên çêkirin. Ji bo vê yekê divê komîsyonên afirandina materyalan bên avakirin û kargeh bên lidarxistin.
 
* Şaredariya Peyasê divê li taxên kêmderfet ên wek Hûzûrevlerî, Qûça, 500 Malan û Peyasê malên lîstikê û pêşdibistanan veke.
 
* Divê di wergirtina zarokên ji bo zarokistanan de cudakariya erênî ji bo zarokên ku bi Kurdî dizanin bê kirin.
 
* Ji bo ku perwerdehî bi awayekî serkeftî pêk bê, divê wek yek ji aliyên herî girîng ên vê pêvajoyê, malbat bi awayekî çalak beşdar bibin.
 
* Ji bo pêkanîna neteweya demokratîk û siberojeke azad, pergala perwerdehiyê divê bi awayekî demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan rehên xwe berde nava pergala perwerdehiyê ya gelêrî ya ku bingeha xwe ji jîngehê digire.
 
SPASΠ
 
Bi hêviya ku di înşakirina civaka demokratîk de dê ev komxebat bibe yek ji gavên despêkê yên herî girîng ên ji bo zarokan û perwredehiyê, wek Komîteya Amadekar a Encamnameyê, li ser navê Komîteya Amadekar a Komxebata Ji Bo Zarokistanan a ku bi dirûşma ‘Zarok Siberoja Civaka Azad in’ hat lidarxistin û mazûvana vê xebatê, Şaredariya Peyasê, em careke din rêz û spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya mamoste, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, derûnnas, civaknas, xwezaparêz, aktîvîst, lêkolîner, nivîskar û hwd ên ku beşdarî vê komxebatê bûne.”
 
 
 

Sernavên din

16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû NÛÇEYA LEZGÎN
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin