NAVENDA NÛÇEYAN - Muhafizên Şoreşa Îranê li gundê Guniç ê bajarê Haşê êrişî birin ser welatiyan. Di êrişê de jinek hate qetilkirin û 11 jin jî bi giranî birîndar bûn.
Yekîneyên îstîxbaratê yên Muhafizên Şoreşê yên Îranê, duh siharê êrişî gundê Guniçê yê girêdayî bajarê Haşê yê parêzgeha Sîstan û Belucistanê ya Îranê kirin. Di encama êrişa hêzên Îranê de jinek hate qetilkirin û 11 jin jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; çavkaniyên herêmî da zanîn ku yekîneyên îstîxbaratê bi îdiaya komên muxalîf li gund in, êrişî gund kirine. Lê şahidên bûyerê diyar kirin di dema bûyerê de li gund tu kesên biçek tune bûn û ev êriş bi armanca avakirina tirs û fikara li ser gundiyan bû. Hate ragihandin ku leşkeran rasterast sivîl hedef girtine.
Her wiha gorî heman agahiyan jina hatî qetilkirin bi navê Xan Bibî Bamîrî ya 40 salî ye û navê birîndaran jî wiha ne: “Medîna Bamîrî (24), Seba Bamîrî (17), Esra Bamîrî (18), Rehm Bîbî Bamîrî (32), Senj Melîk Bamîrî (45), Asel Bamîrî (20), Muhaddese Bamîrî (16), Mehtap Bamîrî (50), Fatma Bamîrî (26), Lalî Bamîrî (40) û Reyhaneh Bamîrî (21).”
Hat diyarkirin Xan Bîbî Bamîrî ya jiyana xwe ji dest daye, di encama êrişa hêzên ewlehiyê de ji gurçika xwe birîndar bûye û beriya ku rakin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Di heman demê Reyhaneh Bibî Bamîrî ya tê diyarkirin ducanî ye, rastî tundiya Muhafizên Şoreşê ya Îranê hatiye û bi guleyê birîndar bûye û di êrişê de pitîka xwe winda kir. Hat ragihandin Lalî Bamîrî û Esra Bamîrî ya rewşa wan giran jî, li beşa çavdêriya awerte ya Nexweşxaneya Îmam Humeynî ya li Hoşê tên tedawîkirin.