Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin

  • rojane
  • 14:15 28 Hezîran 2025
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi KHK’iyan re civiya û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê bi lezgînî gav bên avêtin.” 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Hevdîtinên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de li Enqereyê bi kesên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatine avêtin re civiya. Hevdîtin, li Navenda Bazirganiya Cîhanê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axaftina destpêkê kir. 
 
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku wan ji KHK’iyan heta karker û kedkaran, ji Elewiyan heta jin û parastvanên xweza û mafên mirovan, bi gelek derdoran re hevdîtin kirine. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku pêvajo her kesî eleqedar dike û hewl didin bibin çareseriya mexdûriyetên heyî. 
 
BAL KIŞAND SER PÊVAJOYÊ
 
Tulay Hatîmogûllari, qala texrîbatên di qada aborî û kedê de kir û got ku van texrîbatan eleqeya xwe bi çareseriya pirsgirêka Kurd re heye. Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku îktîdar girtiyên nexweş terkî mirinê dike û gelek binpêkirinên din bi bîr xist. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku Aştî û Civaka Demokratîk dê bi çareserkirina mexdûriyeta KHK’iyan jî tacîdar bibe. 
 
'HÛN WIJDANA CIVAKÊ NE’
 
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku îktîdarê hewl da bi gefa bêkarî û xizaniyê serî bi KHK’iyan bide tewandin, malbat û zarok birçî hatin hiştin, gelek KHK’iyan întîhar kirin û got: “Hûn, wijdana vê civakê ne.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û got: “Ev bang, tam jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e. Divê tenê bangekî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd neyê fêmkirin. Ev şaş e. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Hêviya aştiyê dikare pêk bê. Dema em li şer û geşedanên li Rojhilata Navîn dinêrin, ev tevek nîşanî me didin ku ji bilî aştiyê tu vebijêrkên me nînin.”
 
‘DIVÊ TAVILÊ GAV BÊN AVÊTIN’
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn, fikar û gumanên gel ên têkildarî pêvajoyê bi bîr xist û got ku divê tavilê gavên lezgîn bên avêtin. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Di mijara avêtina gavan de dewlet û îktîdar pir hêdî tevdigere. Divê bi lezgînî di qanûn û hiqûqê de sererastkirinan bikin. Pergaleke adilane ya darazê, yek ji pêwîstiyên sereke ye. Astengkirina tehliyeyên girtiyan, guhertina TMK’ê û hwd... Divê di van mijaran de gavan biavêjin. Divê biryarên AYM û DMME’yê jî bên cîbicîkirin.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, got ku her çend hinek gavên şênber hatibin avêtin jî hêj komîsyoneke fermî li Meclisê nehatiye avakirin û xwest ku ev komîsyon xwedî wê rayeyê be ku bikara bi awayekî çalak biryaran bide. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku divê komîsyona jêr jî mexdûriyetan ji holê rake û got yek ji pêşniyarên wan jî ew e ku pirsgirêka KHK’iyan were çareserkirin û li karê xwe vegerin. 
 

Sernavên din

03/07/2025
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan