Li Licê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş hat lidarxistin

  • jin
  • 15:33 20 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Li navçeya Licê ya Amedê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş hat lidarxistin û banga girtina faîlan hate kirin. 

Bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li navçeya Licê ya Amedê, ji ber mirinên biguman ên jin û zarokan ku her diçe zêdetir dibin, meş hat lidarxistin. Jinên ku li taxa Kelvanê civiyan, heta Parka Demokrasiyê meşiyan. Hevşareda Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyê, gelek jinên siyasetmedar ên DBP û DEM Partiyê jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Destên xwe yên qirêjî li ser zarok û jinan vekişînin” û wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Meşvanan dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”, “Cînayetên jinan polîtîk in” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin.
 
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
 
Endama TJA’yê Tulay Denîz daxuyanî da û diyar kir ku tundiya mêr-dewletê jina qetil dike. Tulay Denîzê destnîşan kir ku Yaren Erkaplan di 17’ê Hezîranê de bi awayekî guman li mala xwe mirî hate dîtin û got ku ev mirin jî encama tundiya mêr-dewletê ye.Tulay Denîzê, got: “Li Licê jinek ciwan a 17 salî û ducanî çek bera serê xwe dabû û dawî li jiyana xwe anîbû. Bi sedan jin bi îdiaya întiharê tên qetilkirin, em ê li hemberî vê bêdeng nemînin.”
 
DI GULANÊ DE 30 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Tulay Denîzê diyar kir ku di encama polîtîkayên necazkirinê de li dijî jinan qetlîam pêk tên û wiha axivî: “Li gorî daneyên li ber destên me, di Gulanê de 30 jin hatine kuştin, 6 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Em careke din diyar dikin ku di bin navê cînayet an jî întiharê de jin û zarok tên kuştin. Îstîsmarkirina zarokan tê veşartin. Duh zarokek keç a 9 salî bi kêrkirinê  hatibû qetilkirin.”
 
‘EM Ê XWEPARASTINÊ BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Tulay Denîzê destnîşan kir ku dê van her du bûyerên li Erxeniyê û Licê bişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta kiryar bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê pêvajoyên hiqûqî bişopînin. Jiyana ku em xeyal dikin, dawîbûna tundî û kuştina li dijî zarok û jinan û avakirina jiyaneke wekhev û azad e. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, banga avakirina jiyaneke wiha ye. Banga rawestandina tundiyê û kuştina jin û zarokan e. Em ê li hemberî tundiyê têbikoşin. Li dijî şerê taybet em ê xweparastina jinan birêxistin bikin û bersiv bidin. Bi felsefeya jin, jiyan, azadiye ve em ê jiyana xwe birêxistin bikin û civaka demokratîk ava bikin.”
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
 
 
 
 
 

Sernavên din

26/06/2025
17:04 Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
16:55 Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin
16:23 Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
16:10 Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
15:46 Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
15:22 Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin
14:10 Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin
13:10 ‘Nobeta Azadiyê’ di sala 14’an de ye
13:05 MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne
12:58 Ji bo rojnameger Ertaş biryara beraetê hat dayin
12:49 Der barê rojnameger Berîvan Kûtlûyê de doz hate vekirin
12:21 Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn
12:17 Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
11:58 Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
11:54 Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
11:13 Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
11:11 Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû
11:10 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bi dawî bû
10:45 DFG: Em bi Zeynep Durgutê re ne û dê dev ji kesên gef xwarin bernedin
10:43 Şewata li Foçayê mezin dibe: 20 xanî hatin valakirin
10:32 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Kurtulmuş re dest pê kir
10:25 Dê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
09:59 Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin
09:43 Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin
09:29 Dogan ku piştî 31 salan hate berdan: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:21 Ji bo bîranîna Onder turnuva û konser hat lidarxistin
09:06 AKKAY-DER: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:05 Wêneyên talana Keşîşxaneya Mar Şalîtayê
09:03 Li berpalên Çiyayê Gilîdaxê dema gîhadirûnê
09:00 ROJEVA 26’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:52 Şandeya Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê Kurtulmuş re hevdîtinê bike
25/06/2025
16:43 Biryara bihincet a Doza Kobanê piştî salekê hate aşkerakirin
16:27 Emîne Ocak li nexweşxaneyê hate ziyaretkirin
16:00 Rapora OHD’ê ya girtîgehên Marmarayê: Tehliyeya 93 girtiyan hat astengkirin
15:28 Ji bo rojnameger Rabîa Onverê biryara neşopandinê hat dayin
15:17 Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş tehliye bû
15:15 Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
14:15 Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
13:30 Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
13:29 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
13:20 Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin
13:19 Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
13:18 Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
12:47 Çapa nû ya pirtûka ‘Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’ derket
12:46 Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
12:00 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
11:59 Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin
11:35 Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
11:34 Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
10:54 Hunermend: Dema qala aştiyê tê kirin nabe operasyon bên lidarxistin
10:44 Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin
10:43 Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
10:31 Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
10:01 ‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’
09:57 Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî
09:17 Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye
09:01 Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
24/06/2025
16:56 Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
16:51 DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
16:48 Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
16:43 Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
16:04 Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
15:59 Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
15:58 Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
15:15 Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
09:37 Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
09:00 Ji bo bîranîna Qazî Mihemed dê muze û mala çandê bê vekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:38 Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
08:28 Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’
08:27 Liş Çewligê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
23/06/2025
16:39 Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
15:50 Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
15:50 Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
15:18 Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn
14:40 PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin
14:20 Kujerê Gulîzer Yildizê hate girtin
14:17 Dayika Şemiyê Emîne Ocak di serwîsa lêniherîna awarte de ye
13:33 DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin