Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê bang kir

  • rojane
  • 12:47 20 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bertek nîşanî dorpêça li ser Kampa Mexmûrê da û bang li hikûmetên Enqere, Hewlêr û Bexdayê kir ku mafên gel nas bikin. 

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, têkildarî dorpêça li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ku ji 10’ê Nîsanê heta niha didome, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga rakirina dorpêçê hate kirin. 
 
Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha ye: 
 
“Gelê Kurd ji ber polîtîkayên neyînî yên dewletên Rojhilata Navîn heta roja îro bi gelek şert û mercên dijwar re rûbîrû ma. Li hin welatan hebûna wan hat înkarkirin, li hin welatan jî mafên wan ên sîyasî û çandî nehatin qebûlkirin. Di encama van polîtîkayên antî-demokratîk de an zîndan, an goristan, an welatê xerîbiyê bû para bi milyonan keç û xortên Kurd. Ji van yek encama girîng jî bêguman îro Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye. 
 
JI BER ZEXT Û ZORDARIYÊ KOÇ BÛN 
 
Mixabin ku li Tirkiyeyê di salên 90’î de li ser gelê Kurd zilm û zordariyeke giran hat meşandin. Lewra ji bo pirsgirêka Kurd rêya çareseriyeke demokratîk nehat vekirin, li her derê polîtîkayên ewlehiyê hatin pêkanîn. Di çarçoveya van polîtîkayan de bi hezaran gund hatin şewitandin, hatin valakirin û ji wan gundan bi hezaran kes hatin koçberkirin. Ji ber vê, di salên 93-94’an de bi hezaran kes neçar man û berê xwe dan başûrê Kurdistanê. 
 
TEVÎ DI BIN SÊWANA NY’Ê DE YE JÎ RASTÎ ÊRIŞAN HAT
 
Rêwîtiya zarok û ciwan, jin û mêr ji kampên curbicur heta Zaxo û ji wir heta Mexmûrê di nava zehmetiyeke giran de derbas bû. Lewra ancax piştî çend salan şunde ji aliyê Neteweyên Yekbûyî wek penaberên sîyasî hatin qebûlkirin û Wargeha Penaberan a Mexmûrê ket bin banê Neteweyên Yekbûyî. Lê her çiqas Wargeha Mexmûrê di bin sêvana Neteweyên Yekbûyî de be jî, bi gelek caran rastî êriş û astengiyan hatiye, mixabin hê jî ev rewş neguheriye. 
 
DAIŞ, BOMBEBARAN, AMBARGO
 
Di nava çend salên borî de, li Wargeha Mexmûrê ji bombebaranên hewayî heta êrişên DAIŞ’ê, ji ambargoyên jiyanî heta êrişên fîzîkî gelek bûyer pêk hatin. Nemaze ji ber xemsariya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, mafên penaberan ên ji aliyê zagonên navneteweyî tên parastin, pirr caran ji hêla hêz û dewletên herêmê hatin binpêkirin. Bi vî awayî, jiyana rojane yên mirovên li Wargeha Mexmûrê ku ji 13 hezar kesî zêdetir e, roj bi roj tê dijwarkirin. 
 
AMBARGOYEKE GIRANKIRÎ HEYE
 
Herî dawi, li ser Wargeha Mexmûrê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ji 10’ê Nîsana 2025’an vir de ambargoyeke girankîrî tê meşandin. Di encama vê ambargoyê de pêwistiyên rojane yên gelê sivîl nayên tedarîkkirin, xizmetên şaraderiyê nayên kirin, mafê tenduristî yên şêniyên wargehê tê astengkirin. Her çiqas ji bo rakirina ambargoyê şandeyek 14ê Gulanê diçe Bexdayê lê di rêya vegerê de ji aliyê hêzên Iraqê ve tên girtin û heta niha jî nehatine berdan. 
 
AMBARGO ŞERMEZAR KIR
 
Em wek Înisîyatifa Yekitîya Demokratîk ambargo û rêgiriya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em helwesta nûnerên berpirsiyar ên Neteweyên Yekbûyî jî rexne dikin û bang li wan dikin ku demildest li gorî rol û mîsyona xwe tevbigerin. Di vê çarçoveyê de divê ambargo were bidawîkirin, mafê tendurîstî û geşt û xebatê were parastin, pêşî li êrişên hewayî û dorpêça wargehê were girtin. 
 
BANG LI HIKÛMETA IRAQÊ KIR
 
Banga me li Hikûmetên Bexda, Hewlêr û Enqereyê ye ku divê mafên gelê sivîl ên Wargeha Mexmûrê were naskirin û parastin. Lewra Mexmûr, cihê bi hezaran kesên sivîl e û li wir 31 sal e jiyaneke sivîl heye. Divê tu car neyê jibîrkirin ku çîroka gelê Mexmûrê, ji yek çîroka civakekê ye ku di nava zor û zehmetiyan de dev ji rûmet û hebûna xwe bernedaye. Em dizanin ku sedema êrişên li ser gelê Mexmûrê jî ev heqîqet e.
 
Em ê li hemberî êriş û ambargoyên li ser penaberên Mexmûrê tu car bê deng nemînin û her tim ligel xwişk û birayên xwe bin. Hêvî û banga me ew e ku bila demildest daxwaz û bendewariyên penaberên Mexmûrê werin bicîhanîn. Lewra polîtîkayên li ser Wargeha Mexmûrê li gorî yasayên hiquqî yên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî jî sûc e û nayê qebûlkirin.”
 

Sernavên din

26/06/2025
17:04 Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
16:55 Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin
16:23 Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
16:10 Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
15:46 Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
15:22 Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin
14:10 Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin
13:10 ‘Nobeta Azadiyê’ di sala 14’an de ye
13:05 MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne
12:58 Ji bo rojnameger Ertaş biryara beraetê hat dayin
12:49 Der barê rojnameger Berîvan Kûtlûyê de doz hate vekirin
12:21 Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn
12:17 Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
11:58 Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
11:54 Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
11:13 Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
11:11 Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû
11:10 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bi dawî bû
10:45 DFG: Em bi Zeynep Durgutê re ne û dê dev ji kesên gef xwarin bernedin
10:43 Şewata li Foçayê mezin dibe: 20 xanî hatin valakirin
10:32 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Kurtulmuş re dest pê kir
10:25 Dê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
09:59 Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin
09:43 Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin
09:29 Dogan ku piştî 31 salan hate berdan: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:21 Ji bo bîranîna Onder turnuva û konser hat lidarxistin
09:06 AKKAY-DER: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:05 Wêneyên talana Keşîşxaneya Mar Şalîtayê
09:03 Li berpalên Çiyayê Gilîdaxê dema gîhadirûnê
09:00 ROJEVA 26’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:52 Şandeya Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê Kurtulmuş re hevdîtinê bike
25/06/2025
16:43 Biryara bihincet a Doza Kobanê piştî salekê hate aşkerakirin
16:27 Emîne Ocak li nexweşxaneyê hate ziyaretkirin
16:00 Rapora OHD’ê ya girtîgehên Marmarayê: Tehliyeya 93 girtiyan hat astengkirin
15:28 Ji bo rojnameger Rabîa Onverê biryara neşopandinê hat dayin
15:17 Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş tehliye bû
15:15 Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
14:15 Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
13:30 Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
13:29 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
13:20 Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin
13:19 Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
13:18 Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
12:47 Çapa nû ya pirtûka ‘Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’ derket
12:46 Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
12:00 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
11:59 Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin
11:35 Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
11:34 Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
10:54 Hunermend: Dema qala aştiyê tê kirin nabe operasyon bên lidarxistin
10:44 Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin
10:43 Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
10:31 Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
10:01 ‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’
09:57 Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî
09:17 Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye
09:01 Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
24/06/2025
16:56 Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
16:51 DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
16:48 Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
16:43 Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
16:04 Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
15:59 Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
15:58 Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
15:15 Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
09:37 Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
09:00 Ji bo bîranîna Qazî Mihemed dê muze û mala çandê bê vekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:38 Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
08:28 Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’
08:27 Liş Çewligê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
23/06/2025
16:39 Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
15:50 Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
15:50 Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
15:18 Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn
14:40 PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin
14:20 Kujerê Gulîzer Yildizê hate girtin
14:17 Dayika Şemiyê Emîne Ocak di serwîsa lêniherîna awarte de ye
13:33 DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin