ENQERE - Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê çûn serdana Partiya Yenî Yolê.
Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Meclisê bi partiyên siyasî re hevdîtinan dikin. Di roja duyemîn a hevdîtinan de serokên baroyan bi şandeya Partiya Yenî Yolê re civiyan.
Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.
Serokên baroyan dê saet di 17.00’ê de jî bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin.