STENBOL - Tehliyeya Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr bi hinceta “li qawîşa rêxistinkirî dimîne” hate taloqkirin.
Lijneya Îdare û Çavdêriyê, tehliyeya Hevşaredara Bazîd a Agiriyê ya berê ya HDP’î Delal Tekdemîr (68) ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, bi hinceta “başnehalî”yê ji bo 4 mehan taloq kir. Diviyabû Delal Tekdemîr di 23’yê Hezîranê de bihata tehliyekirin lê tehliyeya wê hate taloqkirin. Lijneyê, biryar da ku rewşa Delal Tekdemîr di 25’ê Cotmehê de bê nirxandin.
Lijneyê, di biryara xwe taloqkirina tehliyeyê de mayina Delal Tekdemîrê ya li qawîşa rêxistinkirî, negirtina pirtûkan a ji pirtûkxaneyê û tevlinebûna qursan weke hincet nîşan da. Parêzeran li dijî biryarê îtîraz kirin.
DI DU ÇOKÊN WÊ DE PROTEZ HEYE
Di heman demê de nexweşiyên Delal Tekdemîrê yên weke tîroîd û tansiyona bilind hene. Delal Tekdemîr, ji her du çokên xwe emeliyat bûbû û protez xistibûn çokên wê û divê ji kemaxa xwe jî emeliyat bibe.
Delal Tekdemîr, di 5’ê Sibata 2017’an de li navçeya Bazîdê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn. Di sala 2018’an de tehliye bû û piştî cezayê wê li Dadgeha Bilind hate erêkirin, di sala 2022’yan de dîsa hate girtin.
MA / Dîren Yurtsever