ÎDIR - Îpek Çîçek û Atanur Şahîn li Îdirê dema bi hev re têkoşîna siyasî dimeşandin tev li PKK'ê bûn û 5 meh di navberê de jiyana xwe ji dest dan, malbatên wan bang li dewletê kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi lezgînî gav bavêje.
Malbatên kesên ku di nav refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dane piştgiriya ji bo "Civaka Demokratîk û Banga Aştiyê" ya Abdullah Ocalan berdewam dikin. Yek ji van malbatan malbata Şahîn e ku li navenda Îdirê dijî, ya din jî malbata Çîçek e ku li bajarokê Xaşxeberê ê girêdayî Îdirê dijî ye. Zarokên malbatên Çîçek û Şahîn destpêkê bi hev re li navenda bajêr têkoşîna siyasî meşandin û piştre di sala 2009'an de li hemberî zilma dewletê, tevlî nava refên PKK'ê bûn. Îpek Çîçek di 24'ê Cotmeha 2011'an de li Çelê, Atanur Şahin jî di 15'ê Gulana 2011'an de li Qilebanê jiyana xwe ji dest da.
Di 24’ê Cotmeha 2011’an de, li Geliyê Tiyarê, ku di nav sînorên navçeya Çelê ya Colemêrgê de ye, li hemberî gerîlayên HPG/YJA-Starê êrîşeke hewayî pêk hat û 36 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan Yek ji van kesên ku jiyana xwe ji dest dane Îpek Çîçek (Medya Ronahî) ye ku li bajaroka Xaşxaber a girêdayî navçeya navendî ya Îdirê hatiye dinê. Îpek Çîçek ê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû, di emrê ciwantiyê de bi têkoşîna gelê Kurd re nas kir. Îpek Çîçek li aliyekî dibistan dixwend û li aliyê din jî xebatên siyasî yên demokratîk dimeşand, di sala 2009'an de bi hevrêya xwe Atanur Şahîn re tevlî nava refên PKK'ê bû.
‘KEÇA MIN JÎ WEK ZAROKÊN DAYIKÊN DIN E’
Dayika Îpek Çîçek Amîne Çîçek (60) got, "Keça min di emrekî biçûk de dest bi têkoşîna xwe ya ji bo doza Kurd kir. Rojekê roja Pêncşemê em çûn serdana goristanê. Dema êvarê em vegeriyan malê, Îpek ne li wir bû. Dema min li derdora xwe nihêrî, wê bi telefonê li me geriya û got, 'Ji bo min meraq nekin. Ev rê rêya min e û ez diçim’ û sala 2009'an tevlî bû. Piştî ku ew çû, heta şehadeta wê ti xebera min ji wê tinebû."
Amîne Çîçek anî ziman ku keça wê çend roj beriya jiyana xwe ji dest bide di xewna xwe de xuya dikir û got, "Bi şev dihat xewna min. Min di xewnê da xwarin dida wê, lê wê nedixwar. Tirsek ketibû dilê min. Rojekê dema ez li ser balkona malê bûm, di televîzyonê de hat ragihandin ku pevçûneke mezin diqewime û şehîd hene. Ji nişka ve hişê min çû û ji şaneşînê ketim. Milê min şikestibû. Min milê xwe li bandajekê pêça û min di televîzyonê da dest bi şopandina nûçeyan kir. Piştî demekê navê kesên gihiştin şehadetê xwendin. Keça min jî di nav de bû. Geliyê Tiyarê tevî 36 hevalên xwe ji ber êrîşa hewayî gihaştibû şehadetê. Zarokên min dest bi girî kirin. Min ji wan re got ku divê hûn negirîn."
‘HETA GIRTÎ NEYÊN BERDAN BAWERIYA MIN BI DEWLETÊ NAYÊ’
Amîne Çîçek diyar kir ku wan cenazeyê keça xwe anîn Xaşxeberê û wiha got: "Piştî ku me cenazeya xwe li vir veşart, dewletê kevirê goran jî şikand, lê îro jî em aştiyê dixwazin. Zarokên me bawerî bi vê rêyê anîn û ev rê hilbijartin. Erka me ye ku em rêya wan biparêzin. Belê, keça min gihîşt şehadetê, lê ew jî mîna hevalên xwe ye. Di vê rêyê de dayikên ku 3-4 zarokên xwe winda kirine hene. Em ji wan ne çêtir in. Gelek zarokên me di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane. Ez aştiyê dixwazim. Bi hezaran dîlên me hene. Gelek girtiyên bi nexweşiya pençeşêrê ketine hene. Ez aştiyê dixwazim û ji bo wan ji girtîgehê bên berdan. Belê, zarokê me jiyana xwe ji dest da, lê ji niha û pê ve divê ti zarokekî din jiyana xwe ji dest nede. Êdî ji dayik û bavan negirîn. Êdî divê ne zarokên me û ne jî leşker bimirin."
Amîne Çîçek qala muzakereyên dewam dikin kir û got, "Bi saya têkoşîna ku 50 sal in tê dayîn, gelek tişt hatin qezençkirin. Berê jî me nikarîbû bigota 'em Kurd in'. Bi saya vê têkoşînê îro tiştin hene. Ji bo aştî pêk were divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Bi bêçekkirina yekalî re çareserî pêk nayê. Dewlet hê jî dibêje 'yek ziman, yek nîjad, yek al, yek welat'. Eger wê aştî pêk were, ev yek dikare pêkan be? Bêyî ku şertên ku Rêbertî diyar kirî bi cih bînin em dikarin çekê deynin? Ew ne çete ne ku çekên xwe deynin û tiştekî din bikin. Berdêleke bi vî rengî hatiye dayîn. Canên bi vî rengî winda bûne. Ji bo vê pêwîste dewlet gavan bavêje. Bêyî ku dewlet gavan bavêje aştî pêk nayê. Baweriya min bi dewletê nemaye. Heta ku deriyên girtîgehê venebin ez ê ji dewletê bawer nekim."
14 SAL IN LI CENAZE DIGERIN
Atanur Şahîn (Şoreş Serhat) ku bi Îpek Şahîn re tev li PKK'ê bû di 18'ê Gulana 2011'an de li herêma Qeşûra navçeya Qilebanê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata ku bi rojan li cenaze geriyan, piştî 14 salan hê jî nedîtine. Bavê Şahin Ahmet Şahin, diyar kir ku piştî pevçûnê çûn herêma pevçûnê û li hemû herêmê geriyan lê nekarin cenazeyê xwe bibinin û wiha got: “Piştre em çûn Meletiyê lê ti nîşaneya bedena me nebû. Piştî van hemû salan me hê cenazeyê xwe nedît. Ji ber ku me cenaze nedîtiye, em hê jî hêvî dikin ku dijî. Dewlet hê jî tê ji min pirsa kurê min bike.”
Şahîn piştgirî da pêvajoyê û wiha got: “Abdullah Ocalan bangeke pir baş kir. Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Bila were parlementoyê û siyaseta xwe bike. Divê çek êdî bên bêdengkirin. Eger em ê li ser aştiyê biaxivin, divê çek bêdeng bin. Aştî û şer tiştên berevajî vê ne. Divê girtî serbest bên berdan.”
‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ’
Şahîn anî ziman ku divê di pêvajoyê de ziman bê guhertin û wiha got: “Ez bi tirkî dizanim, lê piştî demekê xwe îfadekirinê de zehmetî dikişînim. Ji ber ku zimanê min ê dayikê Kurdî ye. Divê zimanê Kurdî azad be. Divê zimanê me li dibistanan azad be. Divê li kuçe û kolanan tabelayên Kurdan hebin. Em jî aştiyê dixwazin û piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ji bo aştî pêk were jî pêwîste dewlet gavan bavêje. Lazim e dewlet maf û edaletê bide Kurdan. Em dixwazin her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”