ENQERE – Serokê Sinn Féin yê berê Gerry Adams piştgirî da banga Abdullah Ocalan û wiha got: “Azadiya Ocalan ji bo ku pêvajoyeke berfireh dest pê bike û bigihije lihevkirineke siyasî pir girîng e.”
Gerry Adams, ku di salên 1983-2018'an de serokatiya Sînn Feînê kir û di pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Îrlandayê de kesayetekî sereke bû, daxuyaniyek da û piştgirî da 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû.
Daxuyaniya Adams wiha ye;
“Ez Gerry Adams im.
Gelên Rojhilata Navîn ev demeke dirêj e ji mafên bingehîn ên mirovan bêpar hatine hiştin, bi taybetî jî ji bo hemû gelan mafê çarenûsê tê dîtin. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, xaleke girîng a werçerxê bû.
Sinn Féin piştgirî dide pêşketina pêvajoyeke aştiyê ya Kurd-Tirk a li ser esasên diyalog, rêzgirtin, edalet û wekheviyê.
Min, tevî Serokê Neteweyî yê Sinn Féinê Declan Kearney, bi rêberên din ên ku piştgirîyê didin banga aştîyê ya Abdullah Ocalan ra daxuyanîyeka hevpar îmze kir. Pêwîst e her pêvajoyeke aştiyê ya di navbera hikûmeta Tirk û nûnerên siyasî yên Kurd de tê meşandin, hemû alî di nav de cih bigirin. Diyalog esas e.
Di serî de Sînn Feîn di wê baweriyê de ye ku divê Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin. Azadiya wî ji bo ku pêvajoyeke berfireh bide destpêkirin û bigihîje lihevkirineke polîtîk girîng e.
Di heman demê de em ê piştgiriya hewldanên ji bo pêkanîna aştiyeke berfirehtir li Rojhilata Navîn dewam bikin. Em dixwazin zilma dewleta Îsraîlê li gelê Fîlîstînê dike bi dawî bibe.”