Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin

  • rojane
  • 12:08 11 Hezîran 2025
  • |
img
RIHA - Birayê girtiyê 30 salî Nîhat Şahîn ku berdana wî hatibû taloqkirin Ekrem Şahîn, diyar kir ku ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin.
 
Nîhat Şahîn li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin û 30 sal in di girtîgehê de ye. Diviyabû Şahîn di 4’ê Gulanê de bihata berdan lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya Şahîn asteng kir. Di 27’ê Gulana 2025’an de Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji bo “berdana bişert” a Şahîn civiya. Lijneyê, tehliyeya Şahîn bi hinceta ku di nava 30 salan de "poşmanî"qebûl nekiriye, negirtina alîkariya psîkolojîk û tevlibûna çalakiyên greva birçîbûnê taloq kir. Lijneyê, ji bo Şahîn şîroveya “Hêj amade nîne tev li civakê bibe” kir û “berdana bişert” a Şahîn taloqî 4’ê Kanûna 2025’an kir.
 
Nîhat Şahîn di 12’ê Hezîrana 1995’an de hatibû binçavkirin û di encama darizandinê de cezaya muebbetê lê hatibû birîn. Di nava 30 salan de Şahîn, li girtîgehên Amed, Gîresûn, Semsûr, Karabuk û Osmaniyeyê ma.Birayê Şahîn ê bi navê Ekrem Şahîn ku niha li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, diyar kir ku astengkirina berdana girtiyên siyasî ne li gorî ruhê pêvajoya aştiyê ye û bendewariyên malbatan e. 
 
‘BIRYARÊN LIJNEYÊ JI BO PÊVAJOYÊ SÛDEWER NÎNIN'
 
Ekrem Şahîn, destnîşan kir ku birayê wî di 1995’an de dema li Dîlokê xwendekarê beşa endezyariya avahiyê bû hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Şahîn, wiha domand: "Diviyabû di 4’ê Hezîranê de bihata berdan, rexmê nebûna cezayê disiplînê jî berdana wî hate astengkirin.” Şahîn, anî ziman ku ji ber pêvajoya heyî li benda berdana birayê xwe bû û axaftina xwe wiha domand: “Dihat hêvîkirin ku girtiyên cezayên wan hindik mane bên berdan lê yên cezayê wan xilas bûne nayê berdan. Pevajoyeke bi pêşengtiya rêzdar Ocalan hatiye destpêkirin heye. Hevdîtin bi dewletê re tên kirin. Hewldanên Bahçelî çêbûn. Di vê pêvajoyê de bi biryarên lijneyeke vikûvala berdana birayê min tê astengkirin. Biryarên lijneyê ji bo pêvajoyê sûdewer nînin."
 
‘FERZKIRINA POŞMANIYÊ BÊRÛMETÎ YE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Şahîn bertek nîşanî ferzkirina poşmantiyê da û ev tişt anî ziman: "Piştî 30 salan ji girtiyan pirsa ‘hûn poşman bûne?’ nayê kirin. Ger ev mirov poşman bûbûna dê 30 sal berê bûbûna. Ferzkirina poşmaniyê bêrûmetî ye. Tiştekî ku jê poşman bibin jî nîne. Bingeheke hiqûqî ya lijneyan tune ye, bi temamî kêfî ne. Niha girtî ji ber biryarên lijneyan nayên berdan. Em li dijî vê bi bertek in. Ez li ser telefonê bi birayê xwe re axivîm û got ku lijneyê jê re gotiye tu nîşaneyeke poşmaniyê nedîtine. Di vê pêvajoyê de weke gavek divê girtiyên cezayê wan xilas bûye, bên berdan. Dayik û bavê min nexweş in, ji pêvajoyê bi guman in. Jixwe girtî 30 salan di girtîgehê de  ne, ser re bi awayekî keyfî cezayê wan 6 salên din tê dirêjkirin. PKK’ê biryarek da û xebatên xwe bi dawî kir. Divê girtiyên nexweş û yên temenê wan mezin demildest bên berdan. Ev kes bi îdiaya endamtiya PKK’ê hatin girtin û PKK’ê dawî li xebatên xwe anî. Wê demê çima hêj girtî ne?"
 
‘NEBERDANA GIRTIYAN DERHIQÛQÎ YE’
 
Şahîn, bi lêv kir ku ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin û axatina xwe wiha bi dawî kir: “Berdana girtiyên siyasî xwedêgiravî ji ber ‘ewlehiya civakê’ tê astengkirin. Lêbelê çeteyên ku ewlehiya civakê dixin xetereyê tên berdan. Kesên ku dê di vê pêvajoyê de sûdbexş bin tên ragirtin. Heke ev kes bên berdan, dê gumanên gel ên der heqê pêvajoyê de jî zelaltir bibin. Berê lijne tunebûn, demên dawî de ji bo astengikirina berdana girtiyên siyasi hatin avakirin. 10’mîn Pakêta Daraza derket lê di nava wê de tiştek tunebû. Berî mehên Cotmeh-Mijarê divê girtî bêne berdan. PKK’ê bersiva banga rêzdar Ocalan bicih anî. Divê dewlet jî li gorî vê gav biavêje. Bêyî sereraskirinên hiqûqî jî dikarin girtiyan berdin. Jixwe mayîna girtiyên siyasî derhiqûqî ye. Divê midexeleyek ji bo van biryarên keyfî bê kirin. Em dixwazin ku em ji jidilbûna aştiyê bawer bin. Em li bendê ne ku gav bê avêtin û pirsên civakê bên bersivandin.”  
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê