AMED - Tehliyeya Nîhat Şahîn ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, bi hinceta gotina wî ya “Ji bo nasnameya xwe ya Kurdî bijîm min 30 sal bedel da” hate astengkirin.
Nîhat Şahîn li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin û 30 sal in di girtîgehê de ye. Diviyabû Şahîn di 4’ê Gulanê de bihata berdan lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya Şahîn asteng kir.
Lijneyê, di biryara xwe de diyar kir ku helwest û tevgerên Şahîn ên di pêvajoya girtîgehê de hevgirtî ne, li gorî qaîdeyên têkildarî pergal û ewlehiya girtîgehê tevgeriyaye, tevdîrên teserûfê cîbicî kiriye, ji bo cîbicîkirina xebatên paqijiyê, rêvebirinê, îdare û saziyê bûye alîkar û di çalakiyên hevpar de kesekî lihev e.
MAYÎNA WÎ YA LI QAWÎŞA RÊXISTINKIRÎ SÛC E!
Lijneyê, bi hinceta gotinên Şahîn ên “Ji bo nasnameya xwe ya Kurdî bijîm min 30 salan bedel da” û bi hinceta ku zexta “poşmantiyê” red kir, tehliyeya Şahîn taloq kir. Lijneyê, rewşa Şahîn weke “neyînî” nirxand. Her wiha mayîna Şahîn a li qawîşa “rêxistinkirî”, negirtina alîkariya psîkolojîk, tevlibûna çalakiyên greva birçîbûnê û hwd. hatin rêzkirin û îdiayên weke “Hêj amade ne nîne tev li civakê bibe” û “Ji bo civakê xetere ye” hatin kirin. Bi van îdiayan jî ji bo Şahîn biryara “başnehaliyê” hate dayin.
Lijneyê, dîroka nirxandina nû da 4’ê Kanûnê.