RIHA - NADA’yê di meha Gulanê de kongreya xwe kir. Endama NADA’yê Ebîr Hasaf, diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biryarên kongreye bûne îlham û got: “Pirsgirêk gelek dişibin hevdu û bi xebatên xwe em ê xwe bihêztir bikin."
Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA), kongreya xwe ya yekemîn di navbera 15-17’ê Gulanê de li bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê li dar xist. Kongre, bi dirûşma “Ber bi civakeke demokratîk a xwe dispêre şoreşa jinê" hat lidarxistin. Ji Filistîn, Lubnan, Misir, Tûnûs, Fas, Somalî, Sûdan, Yemen, Morîtanya, Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye, Efxanistan û ji Kurdistanê 250 jin beşdar bûbûn.
Endama Konseya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama NADA’yê Ebîr Hasaf têkildarî kongreyê û biryarên wê ji ajansa me re axivî.
NADA’YÊ XWE BIRÊXISTIN KIR
Ebîr Hasafê diyar kir ku NADA ji roja hatiye damezirandin heta niha li ser pirsgirêkên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê û xwebirêxistinkirinê xebitiye û wiha got: “NADA, berhema xebatên dûvûdirêj e. Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a ewil di sala 2013’an de li Amedê hat lidarxistin. Ya duyemîn jî di 2021’ê de bi beşdariya 100 delegeyan, li paytexta Lubnanê Beyrûdê hat lidarxistin. Qeyrana Rojhilata Navin bi rêya van kongreyan baştir hate famkirin. Herwiha dibe sedema xebat û rêxistina jinên li welatên Bakurê Efrîqayê û yên li Rojhilata Navîn.”
JINÊN LI ROJHILATA NAVÎN Û YÊN LI BAKURÊ EFRÎQAYÊ
Di berdewama axaftina xwe de Ebîr Hasaf destnîşan kir ku jin li Rojhilata Navîn û li Bakurê Efrîqayê şerê man û nemanê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li van herdu erdîngariyan jî jin li hemberî hewldana tunekirina nasnameya xwe, têdikoşin. Rastî komkujiyan tên. Ji ber vê yekê NADA hate damezirandin û hewl dide têkoşîneke hevpar a jinan ava bike.” Ebîr Hasaf, daxuyand ku jinan ji bo di pêvajoya nû de perpirsiyartiyê li xwe bigirin kongreya xwe kirine û wiha domand: “Di pêvajoya heyî de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di lûtkeyê de ye û her roj qeyran kûrtir dibin. Helbet qeyran bandorê li her cihî dike. Li hember vê, me li Silêmaniyê bi beşdairya 250 jinan kongre li dar xist. Di kongreyê de sedemên esasî yên pirsgirêkan hatin tespîtkirin û di heman demê de li ser rêya çareseriya van qeyranan jî hate axaftin. Di roja yekemîn de me li ser netew-dewletê, pergala baviksalariyê û texrîbatên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li ser laşê jinê, li ser jiyana ekolojîk û hwd. nîqaş hatin kirin. Roja duyemîn de me kargehek vekir ji bo bersiva pirsa ‘Erk û berpirsiyariya civak û partiyên siyasî çi ne? Em ‘Civaka demokratîk çawa ava bikin?’ axivîn. Di roja sêyemin de em bêhtir li ser rêxistinbûnê û serwextîkirinê axivîn. Herî dawî jî me danezana encamnameyê aşkera kir.”
Ebîr Hasaf destnîşan kir ku di biryarên kongreye de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re bûne îlham û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li ser mezinkirina 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' sekinîn. Di kongreyê de mijara girîngiya Şoreşa Rojava û pergala li Bakur Rojavayê Sûriyeyê cih girt. Encamên karên komîteyan, şêwaza xebata komîteyan, xurtkirina peywendiyên bi civakê re û bi jinan re hatin axaftin. Em dizanin ku jin ji hevdu hêz digrin. Girîngiya rêxistinbûna jinan hate ravekirin. Em ê hewl bidin di demên pêş de van xalan û biryarên din ên di danezanê de pêk bînin. Êş û pirsgirêkên me gelek dişibin hev û bi xebatên xwe em ê xwe bihêztir bikin."
MA / Ceylan Şahînlî