ENQERE - Hevserokên Giştî yên DBP û DEM Partiyê bi boneya salvegera berxwedana Geziyê daxuyanî dan û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, têkildarî salvegera 12’an a berxwedana Geziyê li ser hesabên xwe yên medyaya farazî daxuyanî dan.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di peyama xwe de diyar kir ku ronahiya berxwedana Geziyê hîn jî rêya wan ronî dike û destnîşan kir ku ew ê ti carî rola Sirri Sureyya Onder a di Berxwedana Geziyê de ji bîr nekin. Ûçar got, “Em ê Berxwedana Geziyê ya ku girêdana wekhevî û piştevaniyê ya di nava gelan de xurt dike, ji xwe re bikin rehber û mil bi mil têkoşînê hîn mezintir bikin. Em kesên di vê berxwedanê de canê xwe ji dest dane, bi hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Keskîn Bayindir jî Berxwedana Geziyê silav kir û kesên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî.
Tulay Hatîmogûllari jî ev peyam parve kir: “Berxwedana me ya bi rumet Gezî 12 salî ye! Gezî, îradeya milyonan bû. Gezî, dengê hevpar ê wijdana vî welatî bû. Gezî em bûn, em hemû bûn.”
Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku ew di salvegera Berxwedana Geziyê de car din alîgirê aştî, edalet û civaka demokratîk in û got, “Gezî, daxwaza azadî û edaletê ye. Ji bo demokrasiyeke rast a ku îradeya gelan esas digire û siberojeke bi aştiyane, em ê parastina jiyaneke demokratîk û aştiyane bidomînin.”