Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?

  • rojane
  • 11:21 26 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' û biryara PKK'ê çav li parlementoyê ye. Abdullah Ocalan di sala 2013'an de di mijara çareseriyê bal kişandibû ser rola meclisê gotibû: “Em ê dawî li îsyanê bînin. Bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?”

 
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ nîqaşên der barê pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de ketin qonaxeke nû. Li Kurdistan û Tirkiyeyê serdemeke dîrokî dest pê kir. Abdullah Ocalan di 23’ê Cotmehê de li Girava Îmraliyê di hevdîtina xwe ya yekem de bi parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re wiha got: "Eger şert û merc guncav bin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdetê veguherîne bingeheke hiqûqî û siyasî." Piştî bersivdayîna vê peyama Abdullah Ocalan, DEM Partî ji bo hevdîtinê çû girava Îmraliyê.
 
NASKIRINA SIYASÎ Û HIQÛQÎ  
 
Pêvajo di 27’ê Sibatê de bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan gihîşt qonaxeke nû. Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî de ku rê li ber serdemeke nû vedike hişyarî da û got, "Bêguman di pratîkê de danîna çekan û fesîxkirina PKK'ê naskirina siyaseta demokratîk û aliyên hiqûqî ferz dike. PKK'ê bersiv da vê bangê û di 5-7 'ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî û biryara fesîxkirinê û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî da.
 
SEROKÊ MECLISÊ: BILA EWILÎ ÇEK BÊN BERDAN!
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku yek ji aktorên pêvajoyê ye, bi banga xwe ya di 22'ê Cotmehê de, di 18'ê Gulanê de peyameke nû da û bi tevlêbûna partiyên li parlamentoyê xwest "Komîsyona Yekitî û Piştgiriyê ya Neteweyî" bê avakirin. Lê belê piştî banga Bahçelî Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş got, "Bila ewilî çek bên berdan."
 
JI BO PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ MECLIS CIHEK GIRÎNG E 
 
Di vê pêvajoyê de, di hevdîtina pêşî de ku şandeya Imraliyê 28'ê Kanûna 2024'an pêk anî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Ji bo serkeftina pêvajoyê, hewce ye ku hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyê bêyî ku di hesabên teng û demkî de gav bavêjin, helwesteke erênî nîşan bidin û piştgiriyê bidin. Bêguman yek ji sedemên herî girîng ên van bexşan jî wê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) be.”
 
Abdullah Ocalan di navbera salên 2013-2015an de di hevdîtinên ku bi Şandeya Îmraliyê re pêk anî de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane gelek caran bal kişandibû ser rola parlamentoyê.
 
LI DIJÎ SABOTAJAN ROLA MECLISÊ
 
Abdullah Ocalan di 3’ê Çile ya 2013’an de di hevdîtina xwe ya bi Şandeya Îmraliyê re hişyariyên girîng kiribû û bal kişandibû ser rola parlamentoyê. Abdullah Ocalan da zanîn ku li dijî pêvajoyê sabotaj hene û wiha got: "Pêwîste li Meclisê komîsyonek bi qanûnan bê avakirin. Dibe ku wek Komîsyona Heqîqetê, an jî Komîsyona Rûbirûbûn an jî lihevkirin bê binavkirin. Divê pêvajo ji aliyê mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê ve ji nêz ve were şopandin û di vê mijarê de rola xwe bilîzin."
 
DESTÛRA BINGEHÎN A ÇARESERIYÊ! 
 
Abdullah Ocalan der barê Destûra Bingehîn de bal kişand ser pêwîstiya bi Meclisa Damezrîner û got, "Divê Destûreke Bingehîn a ku şîdeta 40 salên dawî ya navbera gelê Tirk û Kurd bi dawî bike. Ji avabûna komarê û vir ve di Destûra Bingehîn de hewldanên tasfiyekirina Kurdan û civaka Îslamî hene. Bi vî rengî gelê Tirk jî ji maf û azadiya xwe bêpar hatiye hiştin. Divê maf û azadiyên gelê Tirk û civaka Îslamî qebûl bike, her wiha hebûna gelê Kurd qebûl bike. Hebûna gelê Kurd hê ji aliyê dewletê ve nehatiye naskirin. Divê bê naskirin. Ne tenê zimanê wan e ku divê were qebûlkirin, di heman demê de mêjiyê wan, hebûna wan e jî. Bêyî naskirina rastiya Kurd ji aliyê parlamentoyê ve, hûn çawa dikarin destûreke bingehîn çêbikin?"
 
20 XALÊN REFORMÊ 
 
Abdullah Ocalan Destûra Bingheîn a 1921'an bi bîrxist û got ku dikare Pêşniyara Reformê ya Kurd a 20 xalan pêk tê dikare esas bê girtin û wiha got: "Li wir mijar naskirina hebûna Kurdan e. Em dixwazin Pêşniyara Reformê ya Kurd ji nû ve zindî bikin. Wek hûn jî dizanin k udi 9’ê Sibata 1922’an de li hemberî 64 dengan bi 373 dengan hatibû qebûlkirin. Bi veşartina vê belgeyê armanc tasfiyekirina Kurdan bû. Lê belê serketina 30'ê Tebaxê piştî qebûlkirina vê belgeyê rû da. 1922 sala rizgariya Tirkiyeyê ye. Tu çima van belgeyan vedişêrî?"
 
Abdullah Ocalan, da zanîn ku divê şert û mercên aştiyê bên avakirin, hişyariya, “Di prensîbê de ez ne li dijî bidawîkirina têkoşîna çekdarî me. Lê em ê çi têxin şûna wî? Eger parlamento rolê neleyze û eger rêûresmên qanûnî û destûra bingehîn neyên kirin, çawa dikare mercên aştiyê bên afirandin?” kiribû.
 
ROLA KU DIKEVE SER MILÊ SEROKÊ MECLÎSÊ
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an de bal kişand ser rola serokê meclîsê û wiha got: “Divê serokê meclîsê bi xwe jî pêşkêşî parlamentoyê bike. Mesela di sala 1921’an de li Koçgiriyê jî rewşeke bi heman rengî hebû. Parlamento banga van dike, biryarekê dide û dibêje, 'dawî li îsyanê bînin'. Tevî ku pêvajoya wan hinekî cuda dewam dike jî, ya me jî bi heman rengî ye. Em ê dawî li îsyanê bînin. Bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe? Ya me jî meseleya çil û pêncî salan e.”
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku di pêvajoyeke awarte de derbas dibin, bal kişand ser rola meclîsê û got ku divê li meclîsê komîsyonek bê avakirin û pêvajoyê bişopîne.
 
LI ÎMRALIYÊ MIJARA HERÎ GIRÎNG: BANGA PARLAMENTOYÊ
 
Di hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Heyeta Îmraliyê ya 3'ê Nîsana 2013'an de mijara herî girîng "banga parlamentoyê" bû. Abdullah Ocalan li ser giringiya banga meclisê wiha got: "Çil salên dawî bigire, an jî dibe ku sed salên dawî be jî. Mirov dikare bibêje: Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi lez û bez ji atmosfera şer a giran dûr bikevin (dikare weke derdoreke şerê navxweyî jî bê binavkirin) û ji bo bicihanîna berpirsyariyên xwe beşdarî siyaseta demokratîk a legal bibin. Ev bang wê qonaxa duyemîn bide destpêkirin. Ev merhale yek jê ye ku pêvajoya qanûnî-destûra bingehîn derdikeve pêş."
 
‘BERIYA HER TIŞTÎ DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ’ 
 
Abdullah Ocalan, bal kişand ku bidawîkirina şerê çekdarî tenê bi têkoşîna demokratîk a hiqûqî mimkun e û wiha got: "Mesele ne derxistin û an jî ne derxistina qanûnê ye. Ev hemû tenê parçeyên qonaxa siyasî ya demokratîk in. Piraniya destûrî dikare bangî parlamentoyê bike. (Hinekî bi hêrs) Min şaş nekin. Dema min got me pêvajoya pevçûnê ya dîrokî qedand, ez nabêjim bi aştiyê bi encam bû; ez behsa girêdayîbûna gerdûnî ya bi siyaseta legal û têkoşînê dikim. Ez dibêjim, 'tu ji van bêyî Tirkiyeyeke demokratîk nabe, dem ne dema wê ye, erebeyê daneynin ber hespê'. Pêşî divê Tirkiye demokratîk be.''
 
‘DIVÊ MAZAKERE DI MECLÎSÊ DE QANÛNÎ BE’
 
Di hevdîtina 8'ê Sibata 2014'an a li Îmraliyê de rojeva sereke parlemento bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Pirsgirêka bingehîn a dîrokê ji Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê re nayê anîn. Divê pirsgirêka sedsalê ya dîrokê bi bangekê bê rojevê.”
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku divê muzakereyên li parlamentoyê werin qanûnîkirin û wiha got: "Ez mijara girtiyên nexweş qet nîqaş nakim. Min got şermeke mezin e. Ji niha û pê ve jî em ê her tiştî bi rêya peymanên çarçoveyê bikin. Em ê peymaneke çarçoveyê pêk bînin. Ev dê bên muzakerekirin. Li vir em ê çarçoveya muzakereyan nîqaş bikin. Ew dê wê bibin parlementoyê û wê qanûnî bikin. Em ê danûstandina ewlekariyê bikin, li gund vegerin, gundan ji nû ve ava bikin û van mijaran müzakere bikin. Nabe ku yek alî be. Axaftina li ser efûyekê jî şaş e. Em dê rêkevtinek hevpişk pêk bihînin. Qanûna peymanê wê derbasdar be. Derxistina qanûnên teklîfê ya yek alî têrê nake. Ferzkirina pakêta yek alî provokasyon e. Çareseriyê pêk nayne, dibe sedema neçareseriyê. Bi qanûna peymanê dema ku alî werin cem hev metneke hiqûqî an jî sazûmanî ava bikin pêk tê. Di bin de wê îmze hebin. Hemû pirsgirêkên bi heman rengî yên çar sed salên dawî bi vî rengî hatin çareserkirin.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

24/11/2025
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike