STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku di çarçoveya avakirina civaka demokratîk de ketine nava pêvajoyeke nû û got: “Ji bo têkoşîneke hevpar em dixwazin Komîsyonên Aştiyê ava bikin.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê û pêvajoya heyî axivî.
Arîfe Çinar, diyar kir ku ji destpêka avakirina komarê heta niha her tim aqileke “yekperest” serdest bû û got: “Pirsgirêka Kurd jî ji destpêka komarê heta niha didome. Zîhniyeta yekperest a heyî li pêşiya aştiya civakî astengî bû. Dewleta Tirkiyeyê tu caran civak, gel û baweriyên xwe re lihev nekir. Li cihekî înkar û pişaftin lê hebe, li wir mirov nikare qala aştiyê bike. Ji ber ku pênaseya hemwelatiya wekhev tune ye, hem Kurdan hem jî gel û baweriyên din zehmetiyên mezin kişandin. Kurdistan bû cihê domdar ê şer. Di rewşa heyî de dewlet êdî aliyekê şer PKK’ê esas digire.”
'DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
Bi domdarî Arîfe Çinar diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji hêla aştiya birûmet ve xwedî wateyeke dîrokî ye û got: “Di esasê xwe de bi banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê re em ketin pêvajoya aştiyê. Banga berdana çekan hate kirin û piştî wê bangê çek hatin danîn. Divê dewlet gavên cidî biavêje. Her xebata em di qada siyaseta demokratîk de dikin pir girîng e. Divê em vê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Avakirina civaka demokratîk; bi guhertina destûra bingehîn, bihêzkirina rêveberên herêmî, esasgirtina îradeya Elewî û jinan pêkan e.”
DÊ ‘KOMÎSYONÊN AŞTIYÊ’ BÊN AVAKIRIN
Arîfe Çinar, axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê kir. Divê derdorên cuda di vê pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin. Em plan dikin ku bi beşdariya jin û dînamîkên cuda yên civakê ‘Komîsyonên aştiyê’ ava bikin û di vê çarçoveyê de xebateke hevpar bimeşînin. Em ê tevî rêxistinên civaka sivîl, yên baweriyan û bi gelê xwe re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Plana me heye ku ji bo vegotina aştiyê li Stenbolê xebatekê bidin destpêkirin. Dê çalakiyeke me hebe û amadekariyên wê di demeke nêz de dest pê bikin.”
'DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK ŞERT E’
Arîfe Çinar, destnîşan kir ku gavên dewlet divê biavêje hene û axaftina xwe wiha qedand: “Ev pêvajo tenê li ser AKP-MHP’ê nameşe. Divê hemû partiyên siyasî tev li bibin. Partiyên li Meclisê û derveyî Meclisê divê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Bi hezaran girtiyên siyasî hene û divê girtîgeh bên valakirin. Ya herî girîng jî divê destûreke bingehîn a demokratîk bê avakirin.”