Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman

  • rojane
  • 12:45 20 Gulan 2025
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, got: “Êdî ji bo avêtina gavên bi hinceta tundî û şer hatibûn talaoqkirin, tu astengî neman. Dema avakirina jiyana wekhev e.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna koma partiya xwe ya heftane de geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser salvegera qirkirina Çerkesan û kesên di koçberiya bi darê zorê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Tulay Hatîmogûllari, banga hevrûbûna bi qirkirinê re kir. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê jî û got: “Em ê tu caran dev ji vê rêya edaletê bernedin.” 
 
‘FIRSENDEKE BÊHEMPA YE’
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Banga hatiye kirin; banga sedsalê ye. Rûpeleke pir girîng a dîrokê ye. Ev bang, ji bo bidawîkirina şerê 50 sal in li welatê me didome bi dawî bibe, firsendeke bêhempa ye. PKK’ê di 12’ê Gulanê de biryarên kongreyê ragihand û serdemek girt û serdemeke nû da destpêkirin. Daxuyaniya PKK’ê ya 12’ê Gulanê mîladeke. Ji bo demokratîkbûn û aştiyê biryareke pir girîng e. Ev, ji bo tevahiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn şenseke. Niha her kes van pirsan dike; gelo dê Tirkiye demokratî bibe? Gelo dê nasname û baweriyên cuda wekhev û azad bijîn? Bêguman bersivandina van pirsan, çareserî bi xwe ye. 
 
JI BO AVÊTINA GAVAN TU ASTENGÎ NEMAN 
 
Ji bo dîtina van bersivan jî divê em bêhtir bên cem hev. Heke em deriyê çareserî, aştî û demokrasiyê heta dawiyê vekin, em ê bersiva van pirsan bêhtir bibînin. Êdî li pêşiya gavên bi hinceta tundî û pevçûnan hatibûn taloqkirin û nehatibûn avêtin, tu astengî neman. Hikûmet, divê ji bo pêşeroja 86 milyon hemwelatiyên me gavên pratîkî biavêje. Divê gavên hiqûqî, siyasî û çandî biavêje. Divê Tirkiye teqez ji aqilê klasîk ê ewlehîperestiyê rizgar bibe. Niğha, dema avakirina aştiyeke birûmet e. 
 
TAM JÎ WEXTA KOMARA DEMOKRATÎK E 
 
Dema li welatekî hevpar avakirina jiyaneke wekhev û avakirina Komara Demokratîk e. Wexta em winda bikin tune ye. Dema aştiyê ye. Dema demokrasiyê ye. Dema edaletê ye. 
 
GEL BIRÇÎ YE 
 
Bi rastî jî ji ber ku em li ser aştî û çareseriyê diaxivin, gelek keyfxweş in. Lê li rexa din gelê me birçî û ne keyfxweş e. Kesekî gel difikire tune ye. Ji ber ku îktîdareke gel difikire tune ye. Binêrin, ev 2 sal in bernameya Şîmşek di meriyetê de ye. Her tim heman tiştan dikin û li benda encamên cuda ne. Lê her carê encamên xerabtir bi dest dixin. Gel, ji ber birçîtî û xizaniyê perîşe ye. Bi pêvajoya aştiyê re têkildarî aboriyê pêdiviya me bi gotinên nû heye. Divê em van gotinan bêhtir bi cisaret bikin. Bedela şer, em bi biçûkbûna pariyê nanê xwe, bi xizantiyê didin. Herî dawî Cîgirê Serokkomar lêçûnên vê pêvajoyê weke 2 trîlyon dolar aşkera kir. Ev, reqemeke pir zêde ye. Heke ev pereye ji ber polîtîkayên şer ji ÎHA, SÎHA û guleyan re nehatibûya xerckirin; heke li dijî xizaniya karker û kedkaran bihata xerckirin, niha me ev birçîtî û xizanî nedijiya. Binêrin, tenê di nava çar mehan de ji bo faîzê 725 milyar lîre hatiye dayin. Weke DEM Partiyê em dibêjin ku tenê aştî dikare aboriyê rizgar bike. 
 
SIYASETMEDARÊN GIRTΠ
 
Binêrin; ev bû salek ku hêj jî biryara bihincet a der heqê hevalên me yên ji Doza Kompasê ya Kobanê girtî nehatine nivîsandin. Em li bendê ne. Girtî jî li bendê ne. Di şexsê wan de em silav û hezkirinên xwe ji hemû girtiyên siyasî re dişînin. 
 
DIVÊ GOTIN DERBASÎ PRATÎKÊ BIBE
 
Gelên me yên hêja; birêz Erdogan got; ‘Ez piştgiriyê didim pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.’ Ev gelek girîng e. Partiyên li Meclisê jî piştgiriyeke xurt didin. Ev jî gelek girîng e. Dema wê ye ku meqamên qanûndanînê, rêveberî û darazê gotinên xwe derbasî pratîkê bikin. 
 
DIVÊ MECLIS ROLA XWE YA DÎROKÎ BILÎZE
 
Weke ku birêz Ocalan jî di peyama xwe ya kin de anîbû ziman; ji bo aştiyeke mayinde û baş hewceye em kedeke mezin bidin. Li ser van geşedanan, me cara çaremîn dest bi serdanên partiyên siyasî kir. Me duh bi partiyên DEVA û Saadetê re û îro jî dê biçin serdana CHP û Partiya Yenîden Refahê. Piştre jî em ê biçin serdana AKP, MHP û partiyên din.  Di van serdanan de em têkildarî aştiyê li ser projeksiyoneke zelal hevdîtinan dikin. Têkildarî girîngiya rola Meclisê em hevdîtinên berhemdar dikin. Em, pêşniyara birêz Bahçelî ya ji bo komîsyonê pir girîng dibînin. Navnîşana pêvajoya çareseriyê ya nû, Meclis e. 
 
GEL AMADE YE MERC AMADE NE 
 
Ji bo ev komîsyon zû û bibandor bixebite, hewceye biryarên hevpar bên dayin û li ser zemîneke qanûnî jî bikevin meriyetê. Ev komîsyon hem ji bo zemîneke qanûnî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hem jî ji bo şopandina pêvajoya pêş û şahidiya wê dikare bibe. Ji bo aştî û demokratîkbûnê gelên Tirkiyeyê amade ne, mercên navneteweyî û herêmî amade ne. Rewşenbîr, nivîskar, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên mafan û hwd. dikarin bên cem hev. Ji bo em bi hev re xurtir daxwaza aştiyê bikin û civakî bikin, erk û berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê me tevan. Binêrin, em dikarin platformên mutebeqetên civakî ji herêman ber bi navendan ve ava bikin. 
 
BANG LI SEROKÊ MECLISÊ KIR
 
Ez dixwazim li vir bangî Serokê Meclisê birêz Nûman Kurtulmuş jî bikim; birêz Serokê Meclisê, heke hûn bixwazin dikarin Meclisê veguherînin agoraya aştiyê. Hûn dikarin malovaniya lûtkeya çareseriyê bikin. Ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê hûn dikarin gavên pir girîng biavêjin. Ev lûtkeya çareseriyê dikare rêya sedsala duyemîn a Tirkiyeyê xêz bike û hêviyê bide gelên Tirkiyeyê.” 
 
 

Sernavên din

16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn