‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’

  • rojane
  • 17:04 15 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de soz hate dayin ku dê xeyalên wan pêk bînin. 

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin liadrxistin. 
 
ŞIRNEX
 
 
Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û bi tevlibûna rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kesan, li avahiya DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta "Şehîd fermandarên me ne em leşkerên wan in" û wêneyên Kaytan, Altûn û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin hilayîstin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin" û “PKK gel e gel li vir e” hatin berzkirin. 
 
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di bîranînê de got ku têkoşîna Kaytan û Altûn ber bi azadiyê ve diçe û ew ê têkoşîna wan mezin bikin. 
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Esmer Çikmaz jî got ku weke dayik ew ê têkoşîna Kaytan û Altûn mezin bikin û ev tişt anî ziman: “Dê bîranîna wan her tim bi me re bijî. Em ê wan tu caran ji bîr nekin û dê têkoşîna wan bijî. Em ê xeyalên wan pêk bînin û xeyalên wan heta digihijin serkeftinê em ê têbikoşin.” 
 
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal  Aslan jî got ku têkoşîna tê dayin dê bigihije armanca xwe û ew ê ji bo aştiyê têbikoşin. 
 
Piştî axaftinan, belgefîlmeke ku Kaytan û Altûn vedigot û sînevîzyona “Şehîdên Gulanê” hate pêşandan. 
 
ÎDIR
 
 
Li Îdirê jî bi pêşengtiya DEM Partî û DBP’ê bîranîn hate lidarxistin. Gelek welatî tev li bîranîna li avahiya DEM Partiyê bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê ji bo Kaytan û Altûn nivîsandibûn hatin xwendin. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. 
 
MÛŞ
 
Li avahiya DBP’ê ya Mûşê jî bîranîn hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Welatiyan, helbestên Kaytan xwendin. 
 
EDENE
 
 
Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê jî hatin bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya AKKAY-DER’ê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê hat lidarxistin. DBP, TJA, HDK, Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, AATUHAY-DER û gelek kes tev li bûn. Bi wêneyên Altûn û Kaytan quncikê bîranînê hate amadekirin. Di bîranînê de sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Her wiha ji dengê Kaytan helbestên wî hate guhdarîkirin. Hinek helbestên Kaytan jî ciwanan xwendin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Li rêxistinên DEM Partiyê yên Mêrsîn û Antalyayê jî bîranîn hatin lidarxistin û gelek kes tev li bûn. 
 
MÊRDÎN 
 
 
Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, li Mêrdînê jî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li eywana konferansan a avahiya DEM Partiyê ya bajar hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Wêneyên Kaytan û Altûn danîn eywanê û li dora wan jî qurnefîl û find hatin bicihkirin. Aktîvîsta TJA’yê Şîrîn Damar di bîranînê de helbesta Kaytan a “Ez Mirov Bûm” xwend. Piştre jî Mehmet Şîrîn Bariş ku li Zindana Hejmar 5 a Amedê li gel Altûn û Kaytan bi hev re mabû bîranînên xwe vegot û bal kişand ser aliyên têkoşer ên Kaytan û Altûn. Bîranîn, piştî axaftinan bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
 
Li Sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatiyan bîranîn hat lidarxistin. Li Eywanê wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. 
 
SÊRT 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de sînevîzyon hate pêşandan. 
 
ÇEWLIG
 
Li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Çewligê merasîma bîranînê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bername, bi belavkirina loqmeyê bi dawî bû. 
 
XARPÊT
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist û gelek kes tev li bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û bi pêşandana sînevîzyonê û guhdarîkirina helbestan bi dawî bû. 
 
STENBOL
 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Bahçelîevler a Stenbolê jî bîranîn li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Gelek caran dirûşma "Şehîd namirin"  hate berzkirin. Di bîranînê de quncikeke ku wêneyên Kaytan û Altûn hatin bicihkirin hate avakirin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Dayikên Aştiyê di bîranînê de axivîn û gotin ku ew ê xeyalên Kaytan û Altûn pêk bînin û serkeftina  wan e. 
 

Sernavên din

12/11/2025
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî