Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

  • rojane
  • 12:25 13 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di kongreya PKK’ê de axivî û got: “Encamgirtin, bi jiyaneke sosyalîst, bi têkiliyên komunal û bi jiyaneke esasî ya pêşengtiyê ji civakê re dike, pêkan e.” 
 
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê 12’emîn Kongreya xwe ya Awarte lidar xist. ANF’ê, dîmenên Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ya di kongreyê de parve kir. Sozdar Avesta, got: “Rêber Apo, li ser xeta PKK’ê sosyalîzm, demokratîkbûyîn û wekhevî bes ne di gotinê de di heman demê de di pratîkê de jî pêk anîn û sepandin.”
 
Sozdar Avesta, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Tevgera Azadiyê, ji serdema têkoşîna çekdarî heya niha, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi têkoşîna şerê tûnelan gihiştiye astên herî jor. Gelê me ji bo agahîstandina ji rewşa Rêber Apo li Kurdistanê û derveyî welêt pêngaveke xurt avêt. Girêdayî van têkoşînên mezin bi Rêber Apo re têkilî hate danîn. Ev agahîjêstendin bi bedêlên mezin hate bidestxistin.” 
 
Sozdar Avesta, destnîşan kir ku nave ku tiştên di dîroka cîhanê de bi taybet jî di dîroka gelê Kurd û jinan de qewimîne bi nêzikatiyeke hestiyar were nirxandin û got: “Em nikarin tiştên ku di dîroka cîhanê de taybet ya gelê Kurd û jinan de  geşedanên rû dane bes di çarçoveyeke hestiyarî de binirxînin. PKK’ê di dîrokê de şoreşên mezin pêk anîn. Rêber Apo Artêşa Jinan ava kir û ew pêş xist. Rêber Apo, li ser xeta PKK’ê sosyalîzm, demokratîkbûyîn û wekhevî bes ne di gotinê de di heman demê de di pratîkê de jî pêk anîn û sepandin. Di heman demê de têkoşîna jinan weke prensîbekê pêş xist û xurt kir. Di wê serdemê de hemû xebatên me li ser artêşbûnê bûn; yanî li hemberî faşîzmê têkoşîneke mezin bû.”
 
AZADIYA JINÊ 
 
Eger bi rastî têkoşîneke çekdarî encam werbigire, tenê mîna artêşeke klasîk na, yanî mîna artêşeke civakî ya artêşên gelên Rûsya, Vîetnam û Çînê jî na; divê artêşeke welê be ku jin xwedî îrade bin, pêşengiyê bikin, wekhevî û mafên xwe bi dest bixin. Lewma Rêber Apo di sala 1993’yan de Artêşa Jinê ava kir. Meseleya azadiya jinê û artêşbûna wê derket plana pêş. Ev gav, bû garantiya serketina pêvajoyê. Rêber Apo di hevdîtina destpêkê de got, “Ez li vir weke sosyalîstekê dijîm.” Ev pir girîng bû. Têkoşîna me ya 52 salan li ser vê esasê hate meşandin. Lê belê ji bo ku ji vir û şûnde encam bigire, divê jiyaneke sosyalîst, peywendiyên komunal û jiyaneke bi esas ku bikare di nava civakê de pêşengiyê bike, pêk were.”  
 
‘DEMA XWEBIRÊXISTINKIRINÊ YA FIKRA MEZIN E’
 
Sozdar Avesta, axaftina xwe wiha domand: “Demê wê yekê ye ku êdî fikrê mezin xwe rêxistin bike. Hemû fikrên mezin piştî demekê belav bûne. Xrîstiyantî beriya 2025 salan bi 12 hewariyan destpê kir û heta îro mezin bûye. Ez di hûzûra vî fikrî û şehîdan de vê dibêjim: Ez xwe ji vê re amade hîs dikim. Di meşa Apoyî de hevrêyekî li girtîgehê wiha gotibû; ‘Dema Apoyîtî destpê kirî, ez zarokek bûm ku ji welatê xwe qut bûbûm.’ Ez jî dibêjim ku di pêvajoya ku fikrê Apoyî belav bûyî de, em jî wisa bûn; me li ser dîwarên malên xwe ji beriya PKK’ê Apoyîtî didît.
 
Wateya Apoyîtiyê ji wê rojê heya îro, hevrêtiyeke rast, dirûst û aktîf e; li ser vê xetê bûyîna dilopekî ye. Hemû hewldan û sekna min, wê ji vir û şûnde armanc bike ku bi tevlîbûneke hîn rasttir vê rêyê bidomîne. Ez di hûzûra hevrê û şehîdan de, deynê şehîdan li ser milê xwe hîs dikim, ji bo ku weke hevrêyek wan bi wan re bimeşim nêzîkatî û meşa min wê li ser vê esasê be. Ez ê vê gotinê di pratîka xwe de bixim meriyetê.”
 

Sernavên din

12/11/2025
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî