AMED - Welatiyan bertek nîşanî projeya santrala rojê ya ku tê plankirin li gundê Cixsê yê Pasûrê bê çêkirin dan û diyar kirin ku ev proje dê debara wan têk bibe û ew ê li dijî vê li ber xwe bidin.
Li gundê Cixse yê Pasûr a Amedê, tê xwestin Santrala Enerjiya Rojê (GES) bê avakirin. Santrala ku Înşeata VBZ dixwaze li ser qadeke 25,71 hektarî ava bike, ji 30 hezar û 909 panelên rojê û bi kapasîteya 17 MWh ya enerjiya lîtyûm-iyonê pêk tê. Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê, di 23'yê Çileyê de rapora "ÇED erênî" da. Rapor di 28'ê Çileyê de di malpera Walîtiya Amedê de hat ragihandin.
Şêniyên gund ku di 10'ê Adarê de pê hesiyan ku dê projeya GES'ê bê çêkirin, serî li Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê dan. Baroya Amedê jî jib o betalkirina projeyê serî li Dadgeha Îdare ya Nobedar a Amedê da.
Di serlêdanê de hat diyarkirin û cihê ku tê xwestin panel lê bên çêkirin nêzî rê ye û rûbar e. Di serlêdanê de hat destnîşankiri ku yê ku bandorê ji GES'ê bigire şêniyên gund in, ji ber ku 48 metreyan dûrî gundê Cixsê ye.
Her wiha di serlêdanê de hat diyarkirin ku dê bi projeyê re debara gundiyan ji holê rabe û ji ber vê gundî ji bêgavî koç bikin.
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET
Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Hawirdor û Bajêr Ahmet Înan ku pêvajoya hiqûqî ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku şêniyên gund li dijî projeyê ne. Înan anî ziman ku welatî ji bo mrêga xwe têdikoşin û got: "Di orta wê de golek mezin heye. Heywanên wan li wir avê vedxwin."
Înan destnîşan kir ku gava heywan li wir neyên çêrandin wê mirov gav bi gav koç bikin û got: "Ha te bi bombebarankirinê koçber kiriye ha te bi projeyê. GES'a ku ji bo rant û sermayeyê tê çêkirin, bi qasî bombeyê jehrî û bibandor e. Debara gel tê tunekirin. Her wiha bênasnamebûn jî tê ferzkirin."
Ahmet Înan bilêv kir ku di meseleyên talankirina xwezayê de dadgeh jî biryarên kêfî didin û got ku şandeyên pêzaniyê yên vekolînê dikin jî ne xwedî karbidestiyê ne.
ŞÊNIYÊN TAXÊ BI BERTEK IN
Şener Yildiz anî ziman ku cihê ku tê xwestin proje lê bê çêkirin tekane mrêga wan e û got: "Piraniya gund xwedî heywan e û li vir diçêrîne. Cihekî ku heywan lê biçêrin tune ye. Çi dibe bila bibe em ê bitêkoşin. Em vê projeyê naxwazin."
Kûdret Guzelê jî got: "Em sewalkariyê dikin. Berê me çandinî dikir, lê niha ew nemaye. Em naxwazin li vir GES bê çêkirin. Em ê nikaribin heywanên xwe biçêrînin."
Zarîfe Tanrikûlûyê jî got: "Ev proje zirarê dide me û axê. Em GES'ê naxwazin."
Serokê Komeleya Parastina HEwzeya Sarimê Emîn Tûrhanli jî destnîşan kir ku ew li dijî projeya GES'ê ne. Tûrhanli bilêv kir ku ew ne li dijî enerjiya rojê ne, lê gava nêzî jîngehê bê çêkirin ew qebûl nakin.
Elîf Aydinê jî got: "Ev enerjî zirarê dide gundê me û heywanên me. Me zarokên xwe li vir mezin kir, me şivantî kir, em extiyar bûn. Em vê projeyê naxwazin. Wê zirarê bide me."
MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel