AMED - MED TUHAD-FED û OHD ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan û dawî li taloqkirina înfazan bê, wê li 16 bajaran dakevin qadan. Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku ji bo aştiyê divê girtiyên nexweş bên berdan.
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, ji desthilatê ji bo berdana girtiyên nexweş û rawestandina înfaz û taloqkirinê, nehatin avêtin. Di hevdîtina heyeta Partiya Wekhevî Û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de jî ev mijar hat rojevê. Lê piştî hevdîtinê heta niha tu hewldanek ji bo çêkirina sereratkirina qanûnî ya der barê van mijaran de nehatiye kirin. Ji ber vê dê li 16 bajaran ji bo serbestberdana girtiyên nexweş û betalkirina “Rêziknameya Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirin û Nirxandina Mehkûman” ku rê li ber berdana girtiyan digire an jî înfazên wan dişewitîne, dakevin qadan. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Malbatên Girtî û Hukimxwaran a Mezopotamyayê (MED TUHAD-FED) dê di navbera 7'ê Gulanê û 4'ê Hezîranê de li 16 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê bidin.
Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên tund tên kirin û mexdûrên herî mezin jî girtiyên nexweş in. Pinar Sakıik Tekinê diyar kir ku girtiyên nexweş û taloqkirin an şewitandina înfazan bûye krîzeke hiqûqî û mirovî û got: "Ev ne krîzên takekesî ne, gihiştine asteke ku wijdanê civakê nerihet dike."
'DEMILDEST DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku girtî li qadên tecrîdê ber bi mirinê ve tên birin û got: "Edalet ne tenê li salonên dadgehê, li korîdorên girtîgehan, deriyên nexweşxaneyan û li dadgehên hakemê yên înfazê jî tê xespkirin."
Pinar Sakik Tekînê anî ziman ku di heyama ku li ser çareseriyê gengeşe tên kirin de li girtîgehan refleksên ewlehiyê kûrtir bûn û got: "Pêşgirtina li tedawiya girtiyên nexweş, şewitandina înfazên wan, desteserkirina 'mafê hêviyê' di rastiyê de yek ji diyardeyên herî giran ên vê polîtîkaya ewlekariyê ne. Girtiyên nexweş bi awayekî kelemçekirî biw esayîta rîngê dibin nexweşxaneyê. Gava diçin jî tevî rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye jî, ji ber ku ATK alîgir e bi rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' re rû bi rû dimînin. Her diçe girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest bên berdan."
Pinar Sakik Tekînê bal kişand ser taloqkirin berdana girtiyan û şewitandina înfaza wan jî û got ku ev ne tiştekî hiqûqî, biryareke siyasî ye.
Pinar Sakik Tekînê bilêv kir ku pêvajoya nû ji bo wan tê wateya hevrûbûn û jinûve avakirina edaletê û got ku divê girtiyên nexweş bên berdan û yên înfazên wan hatine şewitandin dosyeyên wan ji nû ve bên kontrolkirin û mafê hêviyê bi qanûnê bê mîsogerkirin.
Pinar Sakik Tekînê da zanîn ku dê tevî OHD'ê ji bo berdana girtiyên nexweş li gelek bajaran daxuyaniyê bidin.
Her wiha Pinar Sakik Tekînê bilêv kir ku dê ji bo "mafê hêviyê" jî kampanyeyekê li dar bixin û got: "Di vê kampannyayê de dê çalakiya rûniştinê, daxuyanî hebin."
MA / Mujdat Can