Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir

img

RIHA - Remzî Asal ku pezê xwe firot û ji bo rêwiyan“mêvanxane” ava kir, kesên di rê de mane li vir dihewîne, şorbe û çaya germ dide wan. Asal, got: “Felsefeya me ‘qencî ye’, ‘xwezanîn e’.”

Welatiyê bi navê Remzî Asal (43), li şîreta bapîrê xwe ya “Heke Xwedê mal û milk bide, divê mirov parve bike” guhdar dike û li gundê xwe ji bo rêwiyan “mêvanxane” ava kir. Asal, ji çanda “mêvanxaneyan” ên di demên berê de li gundên Kurdistanê hebû bandor dibe û serpêhatiye wî dest pê dike. Di mêvanxaneyê de her tişt bêpere ye. Asal, dema vê fikra xwe bi xizmên xwe re parve dike, piraniya wan jê re dibêjin “tu dîn bûyî.” Lê Asal guh nade wan, pezê xwe difiroşe û dest bi avakirina mêvanxaneyê dike. Mêvanxane, li 8 km’an dûrî navçeya Sêweregê ya Rihayê hatiye avakirin û kesên li vir bûne mêvan, navê “Dergâhê” lê kirine. Dergâh, mêvanên xwe bi tabelaya “Pere li vir naçe” pêşwazî dike. Dergâh, li gundê Axirceyê hatiye avakirin. Tu qilfeyên deriyê mêvanxaneyê nînin û şorbe û çay ji mêvanan re tê dayin. Mêvanxaneya ku tiştên kevnar ên balê dikişînin ser çanda civakê tê de hatine bicihkirin, bi temamî li ser fikra “mêvanperweriyê” hatiye avakirin. Remzî Asal, Dergâh bi felsefeya zindîhiştina çandê ava kiriye û dibêje ku ji bo çanda wan tune nebe ev gav avêtiye. 
 
 
'MIN PEZÊ XWE FIROT Û AVA KIR’ 
 
Asal, anî ziman ku bingeha fikra wî xwe dispêre feraseta “Bi qasî pêdiviya xwe bigire û bi kar bîne.” Asal, diyar kir ku ji bo ev fikr li herêmê tune nebe wî dest bi avakirina mêvanxaneyê kiriye û wiha got: “Çêkirina wê di sala 2022’yan de temam bû. Bi taybet jî di erdhejên 6’ê Sibatê de bi ser wateya armanca çêkirina wê gihiştim. Heta 20 saliya xwe jî li gund bûm. Piştre ji bo xwendinê ji navçeyê derketim. Dema vegeriyayîm, min debara xwe bi ajalkariyê kir. Piştre jî ketim ser vê rêyê. Min xwest çanda dapîr û bapîrên xwe zindî bihêlim. Min ev der bi feraseta ‘mêvanperweriyê’ ava kir. Derdora 200-300 miyên min hebûn. Min ew firotin û ev der ava kir. Ji bo kesên ji derve weke cihekî ticaretê nebînin jî min gelek hewl da. Jixwe kesên tên vê derê bi dîtina ewil re fêm dikin ku tu aliyê wê yê ticaretê nîne.” 
 
HEWLDANA DOMANDINA ÇANDA KURDISTANÊ 
 
Asal, got ku di demên berê de gundiyên Kurdistanê li naverasta gund ji bo mêvanan “malên mêvanan” ava dikirin û ev tişt anî ziman: “Min jî ew esas girtin. Rêwî li wan malan diman û piştre didan ser rêya xwe. Dema wiha dibû jî têkiliyên wan baş dibûn. Lê niha dibînim ku ev çand hatiye terikandin. Me ev der bi temamî ji bo kesên westiyayî, yên li cihekî germ digerin, ji bo dayina şorbe û çayeke germ ava kir. Malên mêvanan ên berê çawa bin me ev jî bi heman ferasetê ava kir. Weke mînak, daşir û serşoka wê li derve ne. Tenê pacekê wê heye û hemû tiştên xwarin û vexwarinê tê de hene. Di esasê xwe de ev berhema felsefeyekê ye. Dixwazim bi vî awayî li vir were nihêrtin. Lewma divê bi çavê ‘tesîsa bêhnvedanê’ li vir neyê nihêrtin. Em jê re dibêjin ‘xan’ lê ew ji ber mezinahiya wê ye. Bapîrê min digot; ‘Heke Xwedê mal û milk bide, divê mirov parve bike.’ Anku bi qasî te têr dike bi kar bîne û yê din jî belav bike. Ev feraset li cem me zêde heye. Mezinên me, wisa difkirîn ku divê mirov ji bo hemû zindiyan sûdewer bin. Di bingeha avakirina vê derê de jî ev fikir heye. Ez vê derê aydê xwe nabînim. Lewma nifte, qilfe û hwd. tune ne. Kengî bixwazim terka vir dikim û diçim.” 
 
'DI ERDHEJÊ DE QEDRÊ XANÊ HAT ZANÎN’ 
 
Bi domdarî Asal anî ziman ku di dema erdhejên Mereşê de li xanê şorbe germ dikir û ji mexdûrên erdhejê yên Semsûrê re dibir. Asal, got: “Qedrê xanê wê demê baştir hate fêmkirin. Ev der bêhtir watedar bû. Çêkirina xwarinê ya li xanê, di dema erdhejê de pêş ket. Piştî erdhejê pêdiviyên me zêde bûn. Ji ewil min ev der ji bo cihê razanê ava kiribû. Lê bi erdhejê re min ferq kir ku mirov dê birçî bimînin. Lewma min got divê mirov her tim bikarin şorbeyeke germ vexiwin.” 
 
ÇÎROKA XWE Û YÊN RÊWIYAN KIR PIRTÛK 
 
Asal, got ku ji bo çêkirina xanê kevirên bazaltê bi kar aniye û li gorî kevneşopiya herêmê ava kiriye. Asal, wiha got: “Bi vê yekê re me xwest avahiyekî klasîk ê Sêweregê ava bikin. Min hem çîroka xwe hem jî ya rêwiyên hatin vê derê kir pirtûk. Navê wê ‘Hêviyên Ketin Rêyê (Yola Düşen Umutlar) ye. Du bergên wê hene.” 
 
LI BENDA MÊVANÊN XWE YE
 
Asal, da zanîn ku li Sêweregê tevî hevjîn û 4 zarokên xwe debara xwe bi ajalkariyê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû rêwiyan vedixwînim Dergâhê. Bi taybet di erdhejê de me qedrê vê derê baş zanî. Me pirsa em çima vê jiyanê dijîn ji xwe kir. Me li vir mirov nas kirin. Felsefeya me ‘qencî ye’, ‘xwezanîn e’. Dema em daran jî diçînin ne bi feraseta ‘bila vir bisekine ez ê li bin siya wê bêhna xwe vedim’ nayê danîn. Bi feraseta ‘bila kesek were di bin siya wê bêhna xwe vede’ tê danîn. Dizanim ku mal û milk ji kesekî re namîne. Ev, felseya hişyarbûnê û xwerizgarkirina ji nezaniyê ye.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

25/04/2025
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir