Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan

  • rojane
  • 10:57 23 Nîsan 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku kesên AKP’î yên li Şaredariya Şirnexê bi rêya fatûreyên nerast, bi milyonan lîre zirar dane şaredariyê. Şaredariyê qebûl kir ku kesek ji peywirê hatiye dûrxistin û ev mijar bû rojeva Meclisê. 

Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de AKP’ê bi alîkariya bi hezaran leşker û polîsên ji derveyî bajar hatine veguhestin, Şaredariya Şirnexê xesp kir. Şaredariya Şirnexê, di rojên dawî de bi nelirêtî û bêusuliyan di rojevê de ye. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez, pêşnûmepirsek dan Wezareta Karên Hundir û bi vê pêşnûmepirsê re asta nelirêtî û bêusuliyê derket holê. Ji ber bertekan, şaredariyê duh ji neçarî daxuyanî da û got ku kesek ji peywirê hatiye dûrxistin. 
 
TALANA SEROKÊ ‘KOMELEYA ZILAMÊN BAŞ’ 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; yek ji kesên ev nelirêtî û bêusûlî organîze kirî jî Midûrê Xizmetên Veguhastinê yê Şaredariyê Dogan Bariş Kilinç e. Xelkê bajar, Kilinç ji nêz ve nas dike. Kilinç, serokatiya Komeleya Bila Zilamên Baş Kêm Nebin (İyi Adamlar Eksilmesin Derneği) dike. Ev komeleya behsa xeberê, wêneyên kesên astengdar li ser hesabên medyaya dijîtal parve dike û îstîsmar dike. Bi vê yekê re hewl didan xwe weke “kesên alîkarîhez” nîşan bidin. 
 
Hat zanîn ku Kilinç bi hinek şîrketên li bajar re lihev kilriye, ji bo hin berhemên ji bo şaredariyê ji şîrketan standî fatûreyên bi meblaxeke mezin biriye, piraniya pereyê ji qaseya şaredariyê derketî ji bo xwe û beşa din jî ji xwediyên şîrketan re veqetandiye. 
 
ÇERX ÇAWA DIGERE? 
 
Li gorî îdiayan; yek ji şîrketên ku Kilinç li gel wan “kar” dike jî şîrketa otomotîvê ye ku ev şîrket a serokê berê yê Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Şirnexê S.S. ye. Şîrketa din jî şîrketa otomotîvê ya yek ji rêveberên AKP’ê H.B. ye. 
 
Tê îdiakirin ku Kilinç bi tena serê xwe ev zirar nedaye şaredariyê. Tê îdiakirin ku ajokarê Şaredarê AKP’î Mehmet Yarka û biraziyê Serokê AKP’ê yê Bajar Îbrahîm Erkan ê bi navê R. Erkan, biraziyê Yakar yê bi navê N. Yarka û zavayê wî T. Zeyrek jî di nava vê çerxê de ne. 
 
Di heman demê de hat zanîn ku birayê Wekîlê AKP’ê yê Şirnexê Arslan Tatar ê bi nvaê S. Tatar jî ji bo çerxa heyî bigere dibe alîkar. 
 
Piştî ku tahsîsatê xwe dubare kirî û meblaxa wan a zêde bala yekîneya muhasebeyê ya şaredariyê û hin kesan dikişîne û bûyer bi vî awayî tê ferqkirin. 
 
Kilinç û koma bi wî re ji bo dayina fatûreyan pir zêde israr dikirin û li ser vê yekê jî Midûriyeta Daîreya Bacan a Şirnexê kete dewrê. Midûriyetê, çendek roj berê hesabên şaredariyê da ber lêpirsînê. Encamên lêpirsînê tên veşartin û tê gotin ku zêdetirî 100 milyon TL nelirêtî hatiye kirin. 
 
ŞAREDARIYÊ DAXUYANÎ DA
 
Piştî bertekan, şaedariyê duh daxuyanî da. Şaredariyê got; “Hemû kar û kirariyên şaredariya me li gorî hiqûqê ne û ev yek di kontrolan de hatiye tespîtkirin. Ji bo saziya me tu girîngiya kesan nîne. Nayê qebûlkirin ku kesên behsa xeberê girêdayî şaredariya me bên kirin.” Şaredariyê navê personelê behsa xeberê nekir lê tê texmînkirin ku Dogan Bariş Kilinç e. Her wiha di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku şaredarî neketiye zirarê, têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin û kesê beha xeberê jî ji peywirê hatiye dûrxistin. 
 
Parlamenterên DEM Partiyê jî mijar xistin rojeva Meclisê û xwestin Wezareta Karên Hundir van pirsan bibersivîne: 
 
“* Gelo haya we ji îdiayên li Şaredariya Şirnexê heye? 
 
*Der heqê fatûreyên naylon û bêusûliyên li Şaredariya Şirnexê tu lêpirsîn hatine destpêkirin, heke nehatibin destpêkirin dê kengî bê destpêkirin? 
 
* Gelo Midûrê Xizmetên Veguhastinê yê Şaredariya Şirnexê ji ber van îdiayan ji peywirê şandin betlaneyê, dema betlaneya wî çiqas e? 
 
* Fealiyetên Midûriyeta Xizmetên Veguhestinê çima dewrî Midûriyeta Zabitayê hatine kirin? 
 
* Hejmara personelên li Midûriyeta Xizmetên Veguhastinê çiqas in? 
 
* Gelo cihê xebatê yê personelên Midûriyeta Xizmetên Veguhastinê hatine guherandin? 
 
* Gelo Midûriyeta Daîreya Bacan a Şirnexê der heqê hesabên Şaredariya Şirnexê de lêkolîn daye destpêkirin? Heke hatibe kirin, gelo bêusûlî hatiye tespîtkirin? Heke hatibe tespîtkirin, ev tespît çi ne? Gelo hûn dê rapora midûriyetê ya der heqê şaredariyê de bi raya giştî re parve bikin? 
 
* Heke hesabên şaredariyê nehatibin lêkolînkirin, gelo ji bo lêkolînkirina van îdiayana hûn ê mifetîşekî peywirdar bikin? 
 
* Gelo der heqê van îdiayên nelirêtî û bêusûliyan de tu gilî yan jî serlêdan ji bo wezareta we hatine kirin?”
 

Sernavên din

25/04/2025
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir