Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'

  • rojane
  • 14:28 22 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo banga Abdullah Ocalan bigihîne gelek kesan li Amed, Edene û Mersînê dest bi kampanyayê kir.

Ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de bigihije gel, hewldan didomin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Amed, Mersîn û Edeneyê dest bi xebatên xwe kir.
 
AMED
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê starta kampanyaya "Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê xwe re tên cem hev" li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu bi daxuyaniyekê ragihand. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn 22 'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir û piştre der barê kampanyayê de agahî da.
 
Şahîn diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd a bi sedsalane didome bê çareserkirin û wiha axivî diyar kir ku  'Banga Aştî û Civaka Demokartîk' ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin girîng e. Şahîn da zanîn ku bangê li cîhanê deng vedaye û gel li vê bangê xwedî derketine. 
 
 
Şahîn derbarê naveroka kampanyayê de ev tişt gotin: "Em ê bi 275 hezar malbat û 1 mîlyon 145 hezar kesî re rû bi rû hevdîtinan pêk bînin. Ji bo vê xebatê me li Amedê bi sedan komîsyon ava kirin. Ji îro û pê ve em ê mal bi mal derî bi mal bigerin, pêvajoyê vebêjin û nêrînên gelê xwe yên li ser pêvajoya guherîn û veguherînê bigirin. Ji bo pêşketina civaka demokratîk û ji bo gel di vê pêvajoyê de cih bigire em ê vê kampanyayê bidin destpêkirin."
 
EDENE Û MÊRSÎN
 
Li Edene û Mêrsînê jî DEM Partiyê xebata "Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Serdanên Malan" da destpêkirin. Endamên DEM Partiyê kesên li mal, esnaf û karker ziyaret kirin û agahî dan. Li Ceyhanê endamên DEM Partiyê karkerên li qadan dixebitin ziyaret kirin. Hevserokê Navçeya Ceyhanê yê DEM Partiyê Tahîr Ozdemîr ku silavên Abdullah Ocalan ji xebatkaran re ragihand, nameyên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji xebatkaran re şand. Ozdemîr xebatkaran vexwend pîrozbahiya 1'ê Gulanê ku amadekarî lê tê kirin.
 
NAVEROKA NAMEYÊ
 
Di nameya Ozdemîr de ev îfade cih girtin: "Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang ew bû ku dawî li êş, xizanî û rondikên bi salan were anîn. Got, 'Aştî pêkan e, çareserî pêkan e'.  Ev gotin ne bangeke ji rêzê ye, lê hêviyek e ku ji bo hemû gelan rê li ber jiyaneke nû vedike. Di vê bangê de siberojeke demokratîk û hêviyek mezin a hemû gelan û baweriyan heye. Ji bo ku em vê hêviyê zêde bikin em mal bi mal diçin û girîngiya aştiyê vedibêjin. Ji ber ku pêwîstiya vî welatî bi aştî, wekhevî, demokrasî û aramiyê heye. Di pevçûnên ku zêdeyî çil sal in dewam dikin de me yên herî hêja winda kirin û ciwan li her bihosta welêt jiyana xwe ji dest dan. Gelek çavkaniyên aboriyê yên ku bi xwêdana gel bi salan berhev kirin, hatin tunekirin.
 
Divê em dawî li vê êşê bînin. Tirkiyê bikin welatekî aştîxwaz, demokratîk, wekhev û dadmend; divê em bi hev re pêşeroja xwe rizgar bikin. Em ti carî ji bîr nekin ku rêya pêkanîna vê yekê, meşandina têkoşîna ked, aştî, demokrasî û wekheviyê bi hev re ye. Em dixwazin her kes vê bangê bibihîze. Ji ber ku eger gel bixwaze, her tişt diguhere. Eger em li hev bicivin, eger em dest bidin hev, wê aştî were, refaha me wê zêde bibe û ferman wê biguhere. Em dixwazin vê pêşerojeke xweşik bi we re ava bikin. Em ê bi hev re li ser rêya aştî û demokrasiyê bimeşin. Em ê vê bangê li her derê hilgirin. Em ê bi hev re jiyaneke nû ya li ser bingeha aştî û civaka demokratîk ava bikin.
 
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari - Tuncer Bakırhan."
 

Sernavên din

25/04/2025
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir